Ji destpêka îsal ve 21 hezar û 211 koçber ji Tirkiyê hatine dersînorkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê ragihand ku ji destpêka îsal ve 21 hezar û 211 koçber ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bo welatê wan hatine dîportkirin.
Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê roja Dûşemê 13ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û têde hejmara koçberên ku îsal ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatine deportkirin eşkere kir.
Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê diyar kir ku rûbirûbûna wan a ligel koça yasayî bê navber berdewam dike û got “Îro (Dûşemê) bi 4 geştên taybet ji balafirxaneya Stenbolê 136 koçberên Efxan bo welatê wan hatin dersînorkirin.”
Serokayetiya navborî eşkere kir ku ji destpêka îsal ve ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi 15 geştên taybet 2 hezar û 319 û bi geştên din jî 4 hezar û 526, bi giştî 6 hezar û 845 koçberên Efxanî bo welatê wan hatine deportkirin.
Serokayetiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê ragihand ji destpêka îsal ve ji hemû netewan bi giştî 21 hezar û 211 koçber bo welatê wan hatine deportkirin.
Sala 2022an jî bi balafirê ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 124 hezar û 441 koçber bo welatê wan hatibûn deportkirin ku piraniya wan ji welatên Efxanistanê û Pakistanê bûn.