Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê ye; rojev êrîşa mûşekî ye

14-03-2022
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşembê 14ê Adara 2022an li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşembê 14ê Adara 2022an li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Nîşan Iraq Mistefa Kazimî Herêma Kurdistanê Hewlêr Êrîşa Mûşekî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro ligel wezîrên berevanî û navxwe yên Iraqê ji bo gotûbêjkirina mijara êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê, gihîştin Hewlêrê.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî ligel şanda pê re serdana Herêma Kurdistanê kir û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cuma Inad û Wezîrê Navxwe Osman Xanimî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di şanda ligel Mistefa Kazimî ya bo Hewlêrê de ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şanda hikûmeta Iraqê “dê ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicivin”, herwiha dê “serdana wan cihan jî bikin ku ketine ber êrîşa terorîstî.”

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Hêj derbarê naveroka hevdîtinê de ti daxuyanî nehatine dan.

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê heman rojê bi daxuyaniyeke fermî berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de got, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî (13/03/2022) Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo “veşartina vê tawana qirêj e”.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, “ti nîşenek nîne” ku êrîş Amerîka kiribe armanc lê tekez kir, “Amerîka piştgiriya hevbeşên xwe yên li Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê dike daku berevaniyê li xwe bikin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de tê gotin, “Pêwîst e Îran demildest êrîşên xwe rawestîne, rêz li serweriya Iraqê bigre, destwerdan di karûbarên navxwe yên Iraqê de rawestîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst