Tora Medyayî ya Rûdawê du belgefîlmên nû li ser Helebceyê belav dike

14-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê radigihîne ku du belgefîlmên nû ji bo 34emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê bi çend zimanan belav dike. Her du belgefîlm ji alîyê tîmên berhemanîna Rûdawê di sala borî de hatin berhemanîn û dê di vê hefteya bîranîna kîmyabarana Helebceyê de, di televîzyon û Rûdaw dijîtalê de werin weşandin.

Sê Teqane li Helebceyê

Ev belgefîlmê ku ji alîyê Beşa Berhemanînê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye amadekirin, çîroka sê kesên teqane vedibêje ku di kîmyabarana bajarê Helebceyê de tevahîya endamên malbatên xwe ji dest dan û bi tena serê xwe man. Roja 16.03.1988an li bîra her sêyan e û hûrgilîyên wê rojê bandor li ser jîyana wan pêk anî. Aras, Çiro û Idrîs şahidhalên bûyerên kîmyabarana Helebceyê ne û di vê belgefîlmê de bûyerên wê roja reş kêlî bi kêlî vedibêjin.

Derhênerê belgefîlmê Heyder Umer li ser hilbijartina çîroka wan her sê kesên teqane dibêje: "Hilbijartina vê mijarê vedigere wê yekê ku her karek berê hatibe kirin hergav qala 5 hezar şehîd û birîndarên çekên kîmyayî dikir û pir kêm qala teqane û xemên wan ên berdewam dihat kirin. Me ev mijar hilbijart da ku em bikarin bi rêya çîroka sê kesên teqane, tevahîya xemên hemî kesên teqane yên Helebceyê vebêjin ku di jîyana rojane û helkeftên wek cejn û têkilîyên civakî de, valahîyeke çiqas mezin di jîyana wan da çêbûye, bi awayekî kesên ji rêzê û xwedî kesûkar hest pê nakin".

Girêka Nasnameyê

Sala 1997an zarokekê windabûyî ji şênîyên Helebceyê, ji Rojhilatê Kurdistanê vegerîya bajarê xwe. Ew dema nêzîkî 10 salan li bajarê Sineyê, ji alîyê malbateke kurd ve hatibû xwedîkirin. Bi sedema bidarvekirina bavê wî yê rojhilatî, çîroka rastî ya jîyana wî eşkere dibe û vedigere Silêlmanîyê. Lê bi sedema şerê birakujîyê, dema 40 rojan li maleke Silêmanîyê dimîne û paşê vedigere Helebceyê û bi saya nîşaneke li ser laşê wî tê naskirin.

Di nav zarokên windabûyî yên ku vegerîyan Helebceyê de, çîroka Mardîn Mehmûd ji hemûyan balkêştir e. Çunke piştî ku xwendina amadeyî û peymangeh li Helebceyê kuta kir, bi armanca vedîtina zarokên windabûyî yên din ên bajarê xwe, di sala 2018an de sazîyek bi nave Sazîya Zarokên Windabûyî yên Helebceyê ava kir.

Mardîn Mehmûd di 4ê tebaxa 2021ê de, bi sedema nexweşîya giran a penceşêrê li nexweşxaneyê koça dawî kir. Ev di demekê de bû ku hêj ew li ser rêya dadgehê bû ji bo ku girêka nasnameya xwe bi şêweyeke qanûnî veke û yekalî bibe ku ew keça rasteqîne ya wê malbatê ye ku bi wan re dijîya.

Produser û derhênerê belgefîlmê Girêka Nasnameyê, Newzad Mehmûd li ser sedema hilbijartina çîroka Mardîn Mehmûd ji bo belgefîlmê xwe, dibêje: "Tişta ku ez han dam pey çîroka jîyana Mardînê bikevim, xewn û armanca wê ya sereke bû. Zêdebarî hemî jan û azara ku dîtibû, zêdebarî astengîyên jîyana wê piştî vegerê, hêj ji bo wê yekê dijîya û dixebitî ku zarokên din ên windabûyî yên Helebceyê bibîne û vegerin hembêza malbatên xwe yên rasteqîne. Wê sazîyek ji bo vê armancê damezrand, hemî stafê rêxistina wê ji zarokên vegerîyayî yên Helebceyê û malbatên ku bendewarên zarokên xwe yên windabûyî bûn pêk dihat ".

Newzad Mehmûd bêhtir li ser kesayeta Mardînê dipeyive û dibêje: "Tevî van hemûyan jî, Mardîn di jîyana xwe ya takekesî de, bi destê çend kêşe û alozîyan dinalîya. Di alîyê qanûnî de, hêj nasnameya wê yekalî nebûbû, penceşêrê pêsîra wê girtibû, rewşa aborî ya malbata wê xerab bû, lê hergav digot destkefta herî mezin a cihanê, vegerandina zarokekê li hembêza dayîka wê ye".

Tora Medyayî ya Rûdawê her du belgefîlmên (Sê Teqane li Helebceyê) û (Girêka Nasnameyê) bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Tirkî diweşîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst