Newroza Akrê îsal jî ciyawaz dibe

14-03-2021
Sahîra Siddiq
Nîşan Akrê Newroz Newroza Akrê Başûrê Kurdistanê Çiyayê Kelê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal ahenga Newrozê ya li Akrê balê dikişîne, lê îsal ji ber rêkarên Coronayê Newroza Akrê dê ciyawaztir be ji salên berê.

Salane û di yekem roja Newrozê de bi hezaran kes berê xwe didin Akrê û beşdarî aheng û festîvala Newrozê dibin. Lê weke du salên derbasbûyî, îsal jî ti merasîmeke fermî ji bo ahenga Newrozê birêve naçe.

Tenê derdora 50-60 ciwan dê ji du aliyan ve meşxaleya agir hilbigirin û berê xwe bidin lûtkeya çiyayê Kelê li Akrê.

Mazin Mihemed Sedîq, Qayimqamê Akrê ji Rûdawê re ragihand, ji ber rêkarên xweparastina ji Coronayê, ew ji bo Newroza îsal li Akrê ti ahengekê saz nakin û tenê bi vêxistina agir û teqandina fîşekên hewayî bi şêweyekî sînordar dê Newrozê pîroz bikin.

Bi gotina Qayimqamê Akrê, ew ciwanên xwebexş ku dê meşxale hilbigirin û bimeşin bo lûtkeya çiyayê Kelê, dê di bin rênimayî û çavdêriya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Akrê de bin ku hejmara wan nêzikî 60 ciwanan dibe. Mazin Mihemed tekez jî kir ku ew dê pabendî her biryarekê bibin ku hikûmet derdixe.

Polîs Elî Seîd ku yek ji wan ciwanên xwebexş e, amadekariyan dike bo êvariya roja 20/03/2021 ku dê agirê Newrozê bibin ser çiyayê Kelêya Kevn li Akrê. Elî Seîd ji Rûdawê re ragihand, wan nêzikî 200 meşxale amade kirine û wek 2 grûp ji du aliyan ve dê bimeşin bo ser lûtkeya çiya û li wir dê alayeke Kurdistanê ya bi dirêjiya 60 metre vekin û bilind bikin.

Sala derbasbûyî jî, ji ber belavbûna vîrusa Coronayê, ahengên Newrozê li Herêma Kurdistanê birêve neçûn. Agirê Newrozê tenê li hinek deveran bi amadebûna hejmareke kêm a hemwelatiyan hat vêxistin.

Li Başûrê Kurdistanê li gelek cihan û çiya agirê Newrozê tê vêxistin, lê Akrê bûye navenda pîrozkirina Newrozê.

Li ser taybetmendiyên Akrê ku ew bajar kiriye navenda pîrozkirina Newrozê li Başûrê Kurdistanê, hunermend Şeban Silêman ji Rûdawê re ragihand, “Akrê bajarekî gelek kevn e di dîrokê de, berî bi hezaran sal bingeha wî hatiye danîn. Boçûnek li ser navê bajar heye ku; Akrê ji peyva agir hatiye. Her ji ber wê sedemê Akrê bûye melbend û paytexta Newrozê li Kurdistanê.”

Her van taybetmendiyan wiha kirine ku Akrê sala 2018an ji aliyê Encûmena Parêzgeha Duhokê ve wek `Paytexta Newrozê` bê nasandin û salane jî li ser qelaya wî bajarî, karnalava agirê Newrozê tê encamdan.

Bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lîjneya Bilind a Rûbirûbûna Coronayê, bi mebesta rêlibergirtina belavbûna vîrusa Coronayê, hemû core çalakî, civîn û kombûn hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst