Efxanistan: Vekişîna Amerîkayê gefa terorîstan zêdetir dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Efxanistanê derbarê vekişîna bilez a hêzên Amerîkayê de ji wî welatî hişyariyê dide û dibêje, her vekişîneke bilez ku hesab bo jê re nehatibe kirin dibe sedema zêdebûna gefên grûpên radîkal.

Mesûd Andarabî ragihand ku hêzên Efxanistanê bi hevbeşiya hêzên navdewletî bi taybetî hêzên Amerîkayê karîne guşarên ser grûpên radîkal, wek Talîban û Qaîde zêdetir bikin û her vekişîneke bilez ku hesab jêre nehatibe kirin, dibe sedema zêdebûna gefên wan ku di dawî de bo ser welatên cîhanê jî dibin gef.

Mesûd Andarabî, Wezîrê Navxwe yê Efxanistanê, dibêje, “Me bi hev re ligel hêzên navdewletî, diyarkirî jî hêzên Amerîkayê guşarên ser terorîstan zêdetir kirine û destkeftên me jî hebûne. Lewra vekişîna hêzên Amerîkayê bi awayekî bilez bêguman derfetê dide wan terorîstan vegerin û ev jî di demeke navîn û dirêj de dibin sedema gefkirina li cîhanê.”

Di meha Sibata 2020an de, îdareya Trump rêkeftinek ligel Tevgera Talîbanê îmze kir ku têde rawestandina şer û tevlîbûna proseya siyasî ya welat li beramber vekişîna hêzên biyanî di nav de jî hêzên Amerîkayê du mercên serekî yên rêkeftinê bûn.

Hejmara hêzên Amerîkayê li Efxanistanê gav bi gav ji zêdeyî 10 hezar serbaz ve bo nêzîka 2 hezar û 500 serbaz hatin kêmkirin û li gor rêkeftinê, divê ew hêz heta roja 1ê meha Gulana îsal ji Efxanistanê bên vekişandin.