ROJAVA - Koçberên kampa Waşokanî di rewşeke xerab de ne

14-03-2020
RÛDAW
Rêveberiya Xweser li gor şiyanên xwe yên sînordar alîkariya koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî dike
Rêveberiya Xweser li gor şiyanên xwe yên sînordar alîkariya koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî dike
Nîşan Heseke Koçber Waşokanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Waşokanî li rojavayê Hesekê , koçber di rewşek xerab de derbs dibin. Ji ber nebûna, çadiran, xizmetguzariyan,û herwiha kêmbûna alîkariyên rêxistinên mirovî, rêveberiya Kampê hew dikare pêşwaziyê li koçberên nû bike.

Mehmûd Berho yê koçberê Serê Kaniyê dibêje, “Rewş wek tu dibîne, xelk li ser hesîrê radizên. Ne nan, ne xwarin, ne doşek,ne betanî, ne sobe, xelk sermayê bê sobe dibînin .”

Ji ber nebûna konan li kampa Waşokanî, nêzîka 7-8 malbatên koçber di nav çadirek mezin hevbeş de dijîn, herwiha bi gotina koçberan, xwarin li wan nayê belvkirin, tenê her kesek du nan rojane bidest dikeve.

Mihemed Hecac ku ew jî koçberê Serê Kaniyê ye diyar dike, “Ev alîkarî, pêlav û cilên zarokan in, yekem alîkarî serê salê hat, û ev cara duyem tê. Piraniya vê xelkê sûdê nabîn in, ji sedî 40 heta 45an tenê alîkarî digihê wan. Lîsteya navan dişînin, lê heta niha ji serê salê ve kesekî alîkarî wernegirtiye.”

Li gor rêveberiya Kampa Waşokanî, tenê Rêveberiya Xweser li gor şiyanên xwe yên sînordar alîkariya koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî dike.

Rêvebera Kampa Waşokanî Xedîce Hemê jî dibêje, Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe pêşkêş kirine bo ku alîkariya wî xelkî bike û dibêje alîkarî ji derve nayên û aşkere jî dike ku niha kêmasiya konan heye.

Hemû Koçberên Kampa Waşokanî li rojavayê bajarokê Twêne li Hesekê, xelkê Serê Kaniyê û Girê Sipî ne, ku ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê di Cotmeha borî de bo ser warên wan reviya bûn. Niha li gor rêveberiya Kampê 8533 koçber wate 1400 malbat li nav kampê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst