Şivan Perwer derbarê aheng û konsertên Newrozê de peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, derbarê konsertên xwe yên bi boneya Newrozê li welatên Ewropayê, peyamek belav kir û ragihand ku ji ber Koronayê hemû konsert hatine betalkirin.
Şivan Perwer di girte vîdeoyekê de li ser hesaba xwe ya Facebookê, behsa belavbûna vîrusa Koronayê û betalkirina çalakî û ahengên Newrozê ji ber wê vîrusê dike.
Hunermendê Kurd amaje bi bernameya xwe ya konsertan dike li hejmareke welatên Ewropayê bi boneya Newrozê û bibîr dixe ku ew konsert û çalakî jî ji ber tedbîrên rêlibergertina belavbûna vîrusa Koronayê hatine betalkirin û daxwaz ji xelkê dike, “Ji ber vê yekê ti kesî tawanbar nekin. Tendirustî ji her tiştî girîngtir e. Em van rojên reş derbas bikin, em dikarin dîsa konsertan li dar bixin, çalakiyan pêk bînin.
Şivan Perwer, herwiha li ser belavbûna vîrusa Koronayê hişyariyê dide û daxwaz ji hemwelatiyan dike ku xwe, derdor û kesûkarên xwe ji vîrusê baş biparêzin.
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, li Başûr û Bakurê Kurdistanê hemû aheng û çalakiyên Newrozê hatin betalkirin.
Ev di demekê de ye ku vîrusa Koronayê (Covid-19) bi lez belav dibe û heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 5 hezar kes bi wê vîrusê mirine û bi deh hezaran kes jî tûşî wê vîrusê bûne.