Konsulxaneya Amerîkayê roja jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê roja jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî pîroz kir.

 

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê di twîta xwe de destnîşan kiriye ku ew di 116emîn salvegera jidayîkbûna Mistefa Barzanî de jiyan û xebata wî bi bîr tînin. Konsulxaneyê bal kişandiye ser wê yekê ku Mistefa Barzanî ji ber xizmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd, dê her dem were bibîranîn.

 

Herwiha konsulxaneyê li gel twîtê, wêneyeke Mela Mistefa Barzanî û wênekêşê Amerîkî Willam Carter belav kiriye ku di sala 1965an de hatiye kişandin.

 

Peyama Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê wiha ye:

 

"Îro Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê jiyan û xebata Mela Mistefa Barzanî bi bîr tîne ku 116 sal berê û di rojeke weke îro de, ku 14ê Adara 1903an bû, ji dayîk bûye. Mela Mistefa Barzanî dê her dem were bibîranîn ji ber xizmetkirina Herêma Kurdistana Iraqê û gelê Kurd.”