KERKÛK - 134 efser û pêşmergeyan “Medalyaya Egîdiyê” wergirtin

14-03-2017
RÛDAW
Di merasîmekê de medalyaya rêzgirtinê û egîdiyê pêşkêşî 134 efser û pêşmergeyan hat kirin.
Di merasîmekê de medalyaya rêzgirtinê û egîdiyê pêşkêşî 134 efser û pêşmergeyan hat kirin.
Nîşan Kurdistan Kerkûk Pêşmerge Medalyaya Egîdiyê
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Di merasîmekê de 134 efser û pêşmergeyên lîwaya 102 ku li sînorê gundê Beşîr û nahiyeya Taze ne,  bawername û medalya ya rêzgirtin û egîdiyê wergirtin.

 

Efserê pêşmerge yê bi navê Arî Awat ku xelat û bawernameya egîdiyê wergirtm ji Rûdawê re dibêje: “Ez li navçeya Taze birîndar bûm. Aso (hevalê wî) li gel min bû û ew şehîd bû. Beriya wê jî çend hevalên min şehîd bûbûn. Ez kêfxweş im ku îro berhema wan şehîdan dibînim. Bi hewl û canfîdayiya pêşmergeyên leheng, em gihiştine vê rojê.”

 

Pêşmergeyên ku hatin xelatkirin, weke niha her dem ji dûr ve çavdêriya DAIŞê dikin û dixwazin hêza DAIŞê dawî pê were, lê ji wê yekê piştast nînin.

 

Fermandeyê Lîwaya 102 ya Hêza Pêşmerge Emîd Teha Reza dibêje: “Diyar e niha DAIŞ lawaz e. Ew hêz nemaye ku êdî metirsî be li ser sengeran. Lê belê dijminên te kêm be jî, divê tu hesabê jê re bikî. Li vê derê tevgera wan kêm bûye. Em nikarin bêjin nemane, lê ew hêza wan a weke berê jî nemaye. Pêşmergeyên me bi awayekî canfîdayî, li dijî wan disekinin. Gava hewldanên êrîşê çêdibin, yekser çareser dikin.”

 

Sînorê Beşîr li başûrê Kerkûkê ye û li wê derê li dijî DAIŞê şerekî mezin qewimîbû. Niha jî Beşîr ji bo êrişbirina ser DAIŞê li Hewîceyê û rizgarkirina Hewîceyê weke derwazeyeke giring e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst