Balafirên Tirkiyê dîsa li Qendîlê dan – Elektrîka gundan qut bû!

14-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên Tirkiyê li devera Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê dan. Ji ber êrişê, elektrîka gundên qontara çiyayê Qendîl qut bû.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê berbanga sibeha îro li çeperên PKKê yên li devera Qendîlê dan.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, balafiran derdora gundên Bokrîskanî yê girêdayî nahiya Wertê li parêzgeha Hewlêrê û gundên Lêwjê û Ênzê yên girêdayî bajarokê Sengeserê li parêzgeha Silêmaniyê dan ber bombeyan.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di encama êrişa balafirên Tirkiyê de elektrîka gundên wê deverê qut bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst