Newroza Bakur – Cizîra Botan cihê Amedê digire!

Amed (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên Newrozê tên kirin. Li gorî pilana KCDê, îsal Cizîra Botan cihê Amedê digire.

Ruxmî şer û aloziyan, amadekariyên Newrozê li Bakurê Kurdistanê didomin.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşllah Dekak ragihand, KCD û tevgerên nêzîkê wê dê îro saet 10:00 bi dema Amedê (11:00 bi dema Hewlêrê) bernameya xwe ya Newrozê eşkere bikin.

Derheqê naveroka bernameya Newrozê ya wan hêzên siyasî de jî Dekak got, îsal li 85 bajar û deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Newroz tê pîrozkirin.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku hersal fînala Newrozê li Amedê dihat lidarxistin lê îsal fînala Newroza dê li bajarê Cizîra Botan were lidarxistin, ji ber ku li Cizîrê şerekî giran qewimîbû û gellek kes di wî şerî de jiyana xwe ji dest dabûn. Newroza Cizîrê dê roja 22ê Adarê were pîrozkirin.

Peyamnêrê Rûdawê derheqê karvedana teqîna Enqerê li Amedê jî got, jixwe HDPê şermezar kir lê dê di saetên pêş de karvedana wê bûyerê eşkere bibe.