Barzanî bi fermî deriyê wê zanîngeha Kurdistanê vedike

14-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Zanîngeha Amerîkî ya bi navê “Dihok-Kurdistanê” (American Unversity of Duhok-Kurdistan, AUDK), ku li Dihokê hatiye çêkirin, dê bi fermî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve were vekirin.

Zanîngeha amerîkî ya AUDK sala 2014ê li bajarê Dihokê hatiye çêkirin. Ji bo sala xwendinê ya 2014-2015 xwendekar wergirtiye. Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî serokê fexrî yê zanîngehê ye.

Zanîngeha han dê îro bi fermî ji aliyê Serok Barzanî ve were vekirin. Di zanîngehê de xwendekar bi sîstema amerîkî tên fêrkirin û perwerdekirin. Xwendina li Zanîngeha AUDKê, bi pere ye. niha 260 xwendekar tê de dixwînin.

Endamê desteya rêveberiya zanîngehê, Huner Xoşevî li ser zanîngehê ji Rûdawê re got, Zanîngeha AUDKê mîna xelatekê ye ku em pêşkêşî Dihok û Kurdistanê dikin. Di zanîngehê de 5 beş tên xwendin ku hinek beşên wê li ti zanîngeheke din a Kurdistanê de nîne.

Huner Xoşevî li ser çawaniya xerckirina wî pereyê ku ji xwendekaran tê standin jî got, em tenê bi çavekî bazirganî li vê zanîngehê nanêrin em dixwazin bi vê yekê asta zanista Kurdistanê jî bilind bikin. Ji ber wê jî ew pereyê ku em ji xwendekaran distînin tenê 34% wek heqê xwendinê tê bikartînin, yê din jî mîna alîkarî pêşkêşî xwendekaran tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst