ROJAVA – Li bajarê Tirbespiyê teqînek bihêz çêbû (hat nûkirin)

 

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Tirbespî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bihêz çêbû, di encamê de 2 endamên Asayişê birîndar bûn.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Tirbespiyê yê li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re aşkere kir, îşev teqînek bihêz li vî bajêrî qewimiye.

 

Çavkaniyê Rûdawê ragihand, teqîn li nêzîkî navenda Asayişa Tirbespiyê çêbûye û teqînek gellek bihêz e.

 

Teqîn di saet 23:02 li gor dema Qamişlo û 00:02 li gor dema Hewlêrê derketiye. Çavkaniyê Rûdawê da xuyakirin, ku teqîn di encama teqîna bombeke vedayî de derketiye.


Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama teqînê de ku li pêşiya navenda Asayişa bajêr çêbûye, 2 endamên Asayişê birîndar bûne û birîna wan jî giran e.


Li gor zanyariyan, dengê çekan li nav bajêr tê bihîstin û xelk navêre derkeve derve.