Hewlêr (Rûdaw) - Cemîl Bayik anî ziman ku wan ji Abdullah Ocalan nameyek wergirtiye û got, “Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk.”
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik li ser rojeva dawî ji Stêrk TVyê re axivî.
Bayik pirsa, “Heta niha rasterast an jî nerasterast tiştek gihîştiye ber destê we yan jî bihîstinek heye yan na?” wiha bersivand:
“Yanî me ragihandinên Tirkiyeyê dişopandin û me hinek encam jê derdixistin. Nameyek jî bi pêş ket. Li ser vê hinekî haya me jê çêbû.
Wekî min got, Rêber Apo dixwaze pêngava ku berê avêtiye bigihîne armanceke mezintir.
Dixwaze vê pêngavê kûr bike. Pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxe têxe zemîna demokratîkbûnê. Li ser vî esasî karekî dimeşîne.
Hinek daxuyaniyên tên dayîn û nîqaşên tên kirin li ser gel, demokratan û sosyalîstan bandoreke erênî çêdikin, tewr coşekê çêdikin.
Meriv vê yekê dibîne. Li ser me jî bandoreke erênî çêdike. Coş û kelecanekê çêdike. Rêber Apo însiyatîvek wergirtiye û dixwaze ji bo gelan vê însiyatîvê bi kar bîne, divê her kes destê Rêber Apo xurt bike.
Wê demê ew armanc pêk tê. Rêber Apo dixwaze gavên demokratîkbûnê bi pêş bixe. Daxwaziyên jin, ciwan, gelên bindest û sosyalistan pêk bîne. Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve.
Rêber Apo ji bo her kesî pêngavan bi pêş dixe. Dixwaze pirsgirêkên heyî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn li qadên navneteweyî çareser bike.
“Her kes dixwaze şer xelas bibe”
Li ser vî esasî têkoşînê dimeşîne. Ev armanc, armanca her kesî ye. Her kes dixwaze şer xelas bibe û demokatîkbûn çêbibe.
Ger her kes vê dixwaze divê her kes xwedî lê derkeve. Divê vê têkoşînê tenê ji Rêber Apo re nehêlin. Her kesî barê xwe avêtiye ser Rêber Apo. Ev barekî pir giran e.”
“Gelê Kurd dê çawa xwe biparêze?”
Cemîl Bayik li ser mijara çekdanînê jî bi kurtasî ev tişt gotin:
“Niha dewleta Tirk li der gelê Kurd teroreke mezin dimeşîne lê wer dide diyarkirin ku Kurd terorê dimeşînin.
Yanî her tiştî berovajî dike. Wer bi her kesî dide fêmkirin. Ya rastî gelê Kurd di bin teroreke mezin de ye. Di bin îmhakirinê de ye. Gelê Kurd dê çawa xwe biparêze, dê çawa îmha nebe? Li ser vê têdikoşe.
Heke çek wergirtiye, ji bo vê wergirtiye. Ji bo xwe biparêze wergirtiye. Ji bo Kurd ji holê nayên rakirin çek wergirtiye. Ne ku aşiqê çekê ye û şerê bi çek dimeşîne.
Kurd aşiqê demokrasiyê ye. Aşiqê azadiyê ye. Ji ber ku Kurdan heta niha demokrasî û azadî nejiyane. Timî komkujî jiyane.
Timî koçberî jiyane. Timî heqaret jiyayn. Li derveyî vê tiştek nejiyane. Dewleta Tirk çima demokratîkbûnê bi pêş naxe?
“Ma PKK çekan deyne dê pirsgirêk çareser bibe?”
Ma PKK çekan deyne dê pirsgirêk çareser bibe? Pirsgirêk çareser nabe. Yan jî Rêber Apo bangekê bike ma dê pirsgirêk çareser bibe? Çareser nabe ê belê ew wer didin diyarkirin.
Çima vê yekê wer didin diyarkirin. Civakê û saziyên navneteweyî dixapînin. Dibêjin me li dijî Apo, li dijî PKKyê, li dijî Kurdê azad têkoşîn kiriye û me encam wergirtiye.
Êdî pirsigrêkek wer nemaye. Tenê pirsgirêka çekan maye û çek jî bên danîn her tişt xelas dibe. Yanî dixwazin wiha her kesî bixapînin.
Gelê me vê yekê baş dizane. Yên demokrat û sosyalîst baş dizanin lê ew jî rastiya wan e. Bi temamî li ser xapandinê kar dikin.
Hem li hundir û hem jî li derve li ser wê desthilatiya xwe dimeşînin. Rêber Apo dixwaze rastiya derxe holê û bi her kesî bide fêmkirin. Ji ber vê pir aciz dibin.
Naxwazin pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze bi pêş bixe,bi pêş bikeve. Gelekî sabote dikin. Mirov dikare bibêje ji bo ev pêvajo bi pêş nekeve AKP gelekî sabote dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse