Anagold Madencîlîk: Siyanur tevî ava Çemê Feratê nebûye

14-02-2024
RÛDAW
Nîşan Erzîngan Hezaz Anagold Madencîlîk Çemê Feratê Siyanur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Anagold Madencîlîkê ragihand ku li navçeya Îlîçê ya Erzinganê piştî hezîna erdê, Siyanur tevî ava Çemê Feratê nebûye.

Doh li navçeya Îlîçê ya Erzînganê di madena zêr de hezaz çêbû û 9 karker di bin de man.

Ji ber ku 350 metreyî nêzîkî Çemê Feratê ye niha jî metirsiya belavbûna siyanurê heye.

Anagold Madencîlîkê diyar kir ku piştî bûyera li Kana Zêrê ya Anagold Çoplerê, di çemê Karasuyê (şaxeke Çemê Feratê ye) de siyanur neherikiye.

Di daxuyaniya Anagold Madencîlîkê de hat gotin ku ekîbên pispor derbarê sedema bûyerê de dest bi lêkolînê kir.

Herwiha hat ragihandin ku ji ber hezîna axê, qirêjiya hawirdorê çênebûye.

Derbarê bûyera li Erzinganê lêpirsîn hatiye destpêkirin 4 berpirsên kompanyaya xwediyê kana zêr hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst