ERZINGAN – Malbat bi dilekî xemgîn û çavên hêsir li hêviya mizgîniyê ne

14-02-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Kana Zêr Hezaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îlîçê ya parêzgeha Erzinganê çavên malbatan li ser xebatên rizgarkirina 9 kesên di bin kana zêr de mane.

Doh demjimêr 14:28an kana zêr a li herêmê herifî û 9 karker di bin de man.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku xebatên lêgerînê bi 827 karmendan berdewam dikin û got:

“Li gorî zanyariyên destpêkê mixabin 9 karkerên me di bin axê de man û xebatên lêgerînê bê navber berdewam dikin.

Ji destpêka bûyerê ve demildest ji Erzingan, Erzirom, Sêwaz, Dêrsim, Amed û Rîzeyê tîmên AFADê hatin erkdarkirin.”

Bi dilekî xemgîn li hêviya mizgîniyê ne

Malbat jî bi dilekî xemgîn û çavên hêsir li hêviya xebereke mizgîniyê ne.

Xizmekî karekerê winda Ugur Yildiz got, “Ugur Yildiz 8 sal in dixebite, em doh lê geriyan lê em negihiştin wî. Sal û nîveke zewicî ye û zarokên wan nînin.”

Metirsiya belavbûna siyanurê heye

Sala 2022yan kana zêr bi belavbûna madeya kîmyayî ya siyanurê di rojeva Tirkiyeyê de cih girtibû.

Ji ber ku 350 metreyî nêzîkî Çemê Feratê ye niha jî metirsiya belavbûna siyanurê heye.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî got:

“Madeya kîmyayî ya ku tê cudakirin li cihekî din tê depokirin.

Li wê derê jî ti pirsgirêk nîne, ne hezaz û ne jî tevgereke din.

Axa ku ji kolana cihê vekirî hatiye derxistin û madeya kîmyayî jê hatiye cudakirin herifiye.”

Nasnameya 7 karkeran diyar bû

Nasnameyên 7 karkerên di bin hezaza madena zêr de mane diyar bûn: Şaban Yilmaz, Kenan Oz, Îbrahîm Keklîk, Adnan Keklîk, Huseyîn Kaya, Ugur Yildiz û Ramazan Çîmen.

Roja bûyerê karkeran di kanê de derz tesbît kiribû

Sendîkaya Maden Îşê ya Serbixwe ragihand, roja bûyerê karkeran di kanê de derz tesbît kirine û berpirsên xwe hişyar kirine lê dîsa kar nehatiye rawestandin.

Derbarê bûyera li Erzinganê lêpirsîn hat destpêkirin 4 berpirsên kompanya xwediyê kana zêr hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst