Li Silêmaniyê agir bi avahiyekê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li Taxa Kurdistanê ya Silêmaniyê agir bi avahiyekê ket.

Bûyerê îro derdora saet 12:00an rû da.

Berdevkê Parastina Sivîl a Silêmaniyê Aram Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn ku ti ziyanên canî çênebûne.

Aram Elî ragihand, “Agir hatiye vemirandin, em ji bo tesbîtkirina xisaran lêkolînan dikin.”

Heta niha amarên şewatê yên par nehatine eşkerekirin lê sala 2023yan li Herêma Kurdistanê 7 hezar û 546 bûyerên şewatê rû daye.