Ji bo 16 bajarên Bakur hişyariya baran û şiliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro ji bo bajarên Semsûr, Riha, Dîlok, Mereş, Amed, Xarpêt, Meletî, Dêrsim, Çewlîg, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Erzirom, Qers û Wanê hişyariya baran û şiliyê da.

Li Bakurê Kurdistanê barîna berf û baranê berdewam dike.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, germahî di navbera 3-6 pileyan de dadikeve.

Saziya Keşnasiyê ji bo bajarên Semsûr, Riha, Dîlok, Mereş, Amed, Xarpêt, Meletî, Dêrsim, Çewlîg, Êlih, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê di asta zer de hişyariya baran û şiliyê da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro li parêzgehên Semsûr, Riha, Dîlok, Amed, Xarpêt, Meletî, Çewlîg, Êlih û Mêrdînê barana gur dibare.

Li Şirnex, Colemêrg, Dêrsim, Mereş, Erzirom, Qers û Wanê jî baran û berf bi hev re dibarin.

Li herêmê hêza ba di navbera 40-60 kîlometreyî de ye û ji welatiyan hatiye xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha ji bo herêmên bilind jî hişyariya aşûtê hatiye dayîn.