Serokê USÎADê: Hewlêr û Mêrsîn dibin bajarên destexwişk

14-02-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Newaf Kiliç Hewlêr Mêrsîn Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê USÎADê Newaf Kiliç got, “Hewlêr û Mêrsîn dibin bajarên destexwişk. Me Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav jî vexwend Mêrsînê.”

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Navneteweyî (USÎAD) Newaf Kiliç beşdarî bultena Rûdawê bû û pêwendiyên bazirganiyê yên navbera Tirkiye, Herêma Kurdistan û Îraqê de nirxandin.

Kiliç li ser pirsa bandora daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar a li ser têkiliyên bazirganiyê wiha bersivand:

“Helbet daketina nirxê lîre bandorê li karsaziya me jî dike. Li ser hinardekirinê jî bandoreke erênî çêbû.

Îro ji Tirkiyeyê ji bo hemû welatan îxracat dikare bê kirin. Lê helbet di gihandina armancan de pirsgirêk hene.

Îro hedefa me ya bazirganî ya di navbera Tirkiye û Kurdistan û Îraqê de 15 milyar dolar e.

“Bazirganiya Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo me gelekî girîng e”

Par 12,5 milyar dolar bazirganî pêk hat. Bazara Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo me gelekî girîng e.

2023yan di nav welatên ku Tirkiye herî zêde bi wan re bazirganiyê kir de Îraq di rêza sêyemîn de bû.

Demekê, piştî Amerîkayê bûbû duyemîn. Em jî dixwazin wekî berê derkeve rêza duyemîn.

Çûn û hatina di navbera welatan de gelekî giring e. Berê di navbera Amed û Hewlêrê de geştên esmanî hebûn. Geştên di navbera Edene û Hewlêrê de hebûn.

Nihav ev geştên esmanî tinin û em dixwazin dîsa ev geşt dest pê bikin.

“Hewlêr û Mêrsîn dibin bajarên destexwişk”

Di demeke pir kurt de dê Balafirgeha Mêrsînê jî bê vekirin. Em hevî dikin di navbera Mêrsîn û Hewlêrê de jî geştên esmanî hebin.

Herwiha piştî hewlên me jî Hewlêr û Mêrsîn dibin bajarên destexwişk. Me Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav jî vexwend Mêrsînê. Dê protokola bajarê destexwişkiyê were çêkirin.

Geştên di navbera Mêrsîn û Hewlêrê de ji bo me gelekî giring in. Dê bazirganiya me zêde bibe û pêwendiyên me pêş bikevin.

Herwiha li herêma Edene û Mêrsînê nexweşxaneyên pir pêşketî hene û dê ji bo pêşketina geştiyariya tenduristiyê bibe derfetek.

Pisgirêka deriyên Xabûr û Îbrahîm Xelîlê

Li aliyê din eger em verin ser pirsgirêka Deriyê Sînorî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl), îro hîn pirsgirêk berdewam dikin.

Ne wekî berê ye lê hîn demeke zêde tê windakirin. Em dixwazin bazirgan, karsaz yên bazirganiyê dikin bi awayekî transît ji deriyê sînorî derbas bibin.

“Divê pirsgirêka vîzeyê ya karsazan bê çareserkirin”

Li ser pirsa “Li Herêma Kurdistanê herî zêde di kîjan sektorê kar dikin?” Newaf kiliç wiha bersiv da:

“Ya yekem, herî zêde di sektora înşaetê da kar tê kirin. Bi taybetî di warê kelûpelên înşaetê de.

Piştre sektorên xorak û çandiniyê tên. Piştî wan jî sektora madeyên kîmyewî tê.

Gelek karsazên me li vê derê fabrîqe vekirine û dixwazin derbasî bajarên Îraqê bibin lê nikarin ji Herêma Kurdistanê wêdetir biçin.

Em dixwazin ev karsa herin Mûsil, Bexda Besrayê lê îro bi Îraqê re pirsgirêka vîzeyeê heye. Divê ev bê çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst