Nêçîrvan Barzanî Karguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Karguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê David Berger re civiya.

Barzanî û Berger di civînê de tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiya Îraq û herêmê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Karguzarê (Meslehetguzar) Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê David Berger daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û danûstandinên çareserkirina wan, rol û pêgeha Îraqê ya li herêmê û li ser asta navnaeteweyî hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişên li ser hêzên hevpeymanan ên li Îraqê û rewşa Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bûye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiya Îraq û herêmê kiriye û rola Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî jî hatiye gotûbêjkirin.