Li Amedê 2 cenaze ji bin kavilên erdhejê hat derxistin

14-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Amed Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Rezan a Amedê cenazeyê Sebat Ozmen û hevjîna wî Sîdem Ozmen ji bin kavilên erdhejê hatin derxistin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li parêzgeha Amedê Bakurê Kurdistanê berdewam in ku 7 avahî hilweşiyabûn.

Îro di 9mîn roja piştî erdhejê de, ji bin kavilê Apartmana Serîn 2 a li Taxa Tesîsler a girêdayî navçeya Rezan a Amedê cenazeyê 2 kesan hatin derxistin.

Hate zanîn ku cenazeyên hatine derxistin ên Sebat Ozmen û hevjîna wî Sîdem Ozmen in.

Sebat Ozmen birayê Hevserokê berê yê Navçeya Çinarê yê HDPê Rahmî Ozmen e.

Biryar  cenazeyê Sebat Ozmen birayê Hevserokê HDP’a Çinarê yê berê Rahmî Ozmen e, li navçeya Çinarê, cenazeyê Sidem Ozmen jî li Kabê definkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst