Li Meletî ‘Rezidansa mirinê ya makyajkirî’ bû goristan

14-02-2023
Omer Sonmez
Li Meletî ‘Rezidansa mirinê ya makyajkirî’  bû goristan
Li Meletî ‘Rezidansa mirinê ya makyajkirî’ bû goristan
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Erdhej
A+ A-

Meletî (Rûdaw) - Wek li herêmên din ên erdhejê, li bajarê Meletiyê jî, malbat, nas û xizmen kesên ku di bin kavilan de mane li bendê ne ku ew bi sax û silametî bên xilaskirin. Otêla bi navê Trend Garden Rezidans li Yeşilyurta Meletiyê di erdhejê de bû kavil û ji bo bi dehan kesan bû goristan.

Gelek malbat bi şev û roj li ber kavilan li benda xebereke xêrê ne. Yek ji wan malbatan jî malbata Suleyman Baltaci yê Silopîya Şirnexê ye. Malbata Suleyman Baltaci, ji ber vekirina telefona wî û dîtina peyama ser WhatsAppê bi hêvî bû û bang dikir ku xebatên li wir bi kûr û hûr bê kirin û Suleyman bê rizgarkirin, lê duh bi şev cenzayî wî hat derxistin.

Suleyman Baltaci yê 36 salî ku bavê 4 zarokan e, teknîsyenê binesaziya avê ye û beriya erdhejê bi hefteyek li gel hevkarên xwe yên ji kompanyaya taybet ji Şirnexê berê xwe dabûn Meletiyê. Lê ew di erdheja ewil de di bin kavilên vê otêla de man. Hefteyek telefona wî girtî bû, lê roja 12yê mehê telefona wî vebû û peyama birayê xwe li ser WhatsAppê dît.

Birayê Suleyman Baltacî, Mahmut Baltacî got: “Roja erdhejê me zanî ku avahiya birayê min tê de rûxiyaye. Hat gotin ku ji roja ewil ve li vir kar nehatiye kirin. Paşê ev vînçên mezin anîn. Herî dawî, me duh (12.02.2023) ji birayê xwe re peyamek WhatsAppê şand. Diyar bû ku peyam gihîşt telefona wî. Em bi telefonê lê geriyan û bi qasî du saniyeyan telefon vekir, lê me nekarî bersivek werbigirin. Me ev yek ji rayedaran re li vir ragihand.”

Otêla bi navê Trend Garden Rezidans ku li Yeşilyurt a Meletiyê ye di erdhejê de bû kavil û enqaz û ji bo bi dehan kesan bû goristan. Li vî rezîdansa ku êdî di medyaya Tirkî de wek "rezidansa mirinê ya makyajkirî" tê binavkirin hêj jî hejmarek kes di bin kavilan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst