Li Rihayê 4 kes bi tohmeta ku di çêkirina xaniyan de xemsarî kirine hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes di çarçoveya lêpirsîna ew avahiyên ku di erdhejê  hilweşiayane de hatin girtin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Piştî erdhejê bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê ew avahiyên ku li 11 parêzgehan hilweşiyane  lêkolîn hatine destpêkirin.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî bi biryara serdozgeriya Komarî 10 kes bi tohmeta ku di çêkirina çend avahiyên li Rihayê de xemsarî kirine hatibûn destserkirin.

Li gor zanyariyan Roja Sêşemê 14ê Sibata 2023an ji wan 10 kesan 4 kes piştî karûbarên yasayî bi biryara dadgehê hatine girtin ku 2 ji wan belênder in (mutahît in).

Hat ragihandin dema desteserkirinê ya 5 gumanbaran jî hatiye dirêjkirin û kesek jî bi mercê kontrola dadî hatiye berdan.

Roja Sêşemê 14ê Sibata 2023an Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) hejmara nû ya mirî û birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir û ragihand ku heta niha di encama erdhejê de 31 hezar û 974 kesan canê xwe ji dest dane. Zêdeyî 80 kesan jî birîndar bûne û bi hezaran kes hîn di bin kavilê avahiyan de ne.

Ev di demekê de ye Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê  roja Dûşemê 13ê Sibata 2023an di rapora xwe yekem a derbarê zerer û ziyanên erdhejê de ragihand ku piştî erdhejê li 13 parêzgehên Tirkiye û Bakurê zereke zêde giran gihiştiye 33 hezar û 143 avahiyan û divê 153 hezar û 506 yekeyên serbixwe (daîre, ofîs, dikan û hwd) yên di wan avahiyan de bi awayekî bilez bên hilweşandin.