Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Ya me ji alîkariyê wêdetir erk û berpirsiyarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed diyar kir ku ew xizmetguzariyan pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên li Efrînê, li Mereş, Semsûr, Dîlok, Amed û Rihayê dikin û got, “Ev karesateke mezin e, yên ku rastî erdhejê hatine mafê me heye. Ez piştrast im ku alîkariya gelê Kurdistanê jî bi nirx e, ev erk û berpirsyarî ye ji bo me ji bilî alîkariyê û em vê jî dikin.”

Piştî erdhejên 7.7 û 7.6 ên roja 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Wezaretên Tenduristî û Navxwe yên Herêma Kurdistanê bi talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên alîkariyê şandin Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed derbarê xebat û çalakiyên dezgehê kir.

"Li gelek bajaran tîmên me hene"

Mûsa Ehmed diyar kir ku niha zêdetirî 100 xebatkarên me li herêmên erdhejê xizmetê dikin û got ku gelek sazî û kesên li herêmê bi dildarî diçin alîkariya wan dikin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got, “Li ofîsên ku me ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ava kirine gelek dildar hene. Li Mereşê, Semsûr, Dîlok, Îslahiye û li Efrînê jî ekîbên me hene.”

Mûsa Ehmed, da zanîn ku wan ligel kompanya Kavin Grûp a ku navenda wê li Duhokê ye hejmareke zêde wesayîtên avahîsaziyê anîne Semsûrê da ku beşdarî xebatên rakirina kavilan û lêgerîn û rizgarkirinê bibin û got “Me bi rayedaran re têkilî daniye ku li ku derê pêwîstî hebe li wê derê xizmetê bikin. Tîmên me yên tendirustiyê û alîkariya bilez jî wisa ne.

Helbet serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karekî wiha wek weqf me, Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Navxwe erkdar kiriye. Tîmên saziyên Heyva Sor a  Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî li vir in. Di navbera me de hemahengiyeke tam heye.”

“Em bi AFAD û Heyva Sor re di hemamengiyê de ne”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed der barê hûrgiliyên alîkariyê de ev agahî parve kir:

“Bi saya metbexên ku li herêmên me behs kirin û li Riha û Amedê hatine avakirin, rojane xwarinên germ ji mexdûrên erdhejê re tê dayîn. Tîmeke din a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pakêtên xwarinê ji bo şandina navçeyên erdhejê amade dike. Di van pakêtan de bi xwarinê re fêkî, ava fêkiyan û av jî heye. Ev bi piranî ji bo bidin kesên di konan de dimînin tên amadekirin. Dîsa jî em alîkariyên ku ji Herêma Kurdistanê bi ser weqfa me re tên jî belav dikin. Helbet alîkariyên ku ji aliyê qeymeqamtî û rêveberiyên taybet ên Hewlêr, Duhok, Zaxo û cihên din ve tên komkirin bi rêya AFAD, Heyva Sor jî tên şandin. Di vê mijarê de em bi rêveber û saziyên li vir re di nava koordîneyekê de ne.”

Serok Barzanî her tim bi me re di nav têkiliyê de ye”

Ehmed diyar kir ku li herêmê karesateke mezin rû daye û navçe û gundên 10 parêzgehan rastî wêraniyeke mezin hatine û wiha got “Li kudera cîhanê karesateke wiha çêbibe helbet dê kêmasiyên îdarî jî hebin, pirsgirêkên kontrol û ragihandinê jî wê hebin. Wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî em xwedî tecrubeyekê ne, 17 sal in di nav van karan de ne. Niha em dizanin ku di kîjan rewşê de çawa nêzîk bibin. Helbet her tişt ne li gor dilê me ye, helbet her tişt ne li gor dilê mexdûrên vê derê ye, lê dîsa jî kesên ku di rewşeke wiha de xizmetê dikin divê dilê wan mezintir û sebirtir be. Li vir karesateke mezin qewimî, em dikarin têbigihin ka ew di çi re derbas dibin. Ez dixwazim xaleke din a girîng bînim ziman. Serok Mesûd Barzanî bi berdewamî li gel me di peywendiyê de ye, em bi ofîsa wî re bi berdwamê di peywendiyê de ne. Hem ji me û hem jî xebatên tîmên me pirs û çavdêriyê dikin, her weha nêzîkatiya me ji mirovan re dipirsin û tekez dikin ku divê em bêyî cudahî xizmeta her kesî bikin. Ev kareseteke mezin e, yên ku ev felaket dîtine mafê wan li ser me heye. Ez piştrast im ku alîkariya gelê Kurdistanê jî bi nirx e, ev erk û berpirsyarî ye ji bo me ji alîkariyê zêdetir û em vê dikin.”