Mehdî Eker bo Herêma Kurdistanê: Di van rojên teng de alîkariya me kirin

14-02-2023
RÛDAW
Mehdî Eker bo Herêma Kurdistanê: Di van rojên teng de alîkariya me kirin
Mehdî Eker bo Herêma Kurdistanê: Di van rojên teng de alîkariya me kirin
Nîşan Erdheja Mereşê Nêçîrvan Barzanî Mehdî Eker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe ji ber erdheja 6ê Sibatê, îro gihîşt Dîloka Bakurê Kurdistanê û li navçeya Nurdagiyê Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehdî Eker pêşwaziya wî kir. Eker got: “Em gelek spasiya wan dikin ku di van rojên teng de alîkariya me kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Sibata 2023 serdana çend deverên parêzgeha Dîlokê kir û çû cihên ku tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê lê dixebitin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehdî Eker li navçeya Nurdagiyê ligel şandeke qelebalix pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ya niha Serokê Herêma Kurdistanê li vê derê ye û gelek alîkarî pêşkeşkirine hûn li ser vê yekê çi dibêjin?” Mehdî Eker got: "Em gelek spasguzariya wan dikin. Di van rojên teng û dijwar de birayên me, hevalên me û cîranên me alîkariya me kirine û ji roja ewil ve hatine û em bi dîtina wan kêfxweş in. Ji gelek deveran hatine û xizmetê dikin û dibin alîkar. Em spasiya wan dikin. Serok Erdogan jî gelek spasguzar e.”

Eker herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew peywendiyên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rawestiyabûn ji mêj ve baş bûne.

Eker herwiha got ku gelek slavên wî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst