Suheyla Hîcab û 10 jinên din li Zîndana Kirmaşanê bi koronayê ketine

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiya siyasî ya Kurd, Suheyla Hîcab û 10 girtiyên din ên jin li Zîndana Navendî ya Kirmaşanê bi Koronayê ketine.

Rêxistina Hengaw Bo Mafên Mirovan ragihandiye, li gor zanyariyan “Suheyla Hîcab, parêzer û girtiya siyasî ya ji Kirmaşanê li Benda Jinan a Zîndana Navendî ya vî bajarî bi pandemiya Koronayê ketiye.”

Hengawê diyar kiriye, “bi gotina çavkaniyekî agahdar zêdetir ji 10 girtiyên din ên Benda Jinan a Zîndana Dîzil Ava (li Kirmaşanê) bi pandemiya Koronayê ketine û ji her core çareseriyeke pizîşkî jî bêpar in.”

Suheyla Hîcab, girtiya siyasî ya Kurd roja 7ê Çileya 2022an ji Zîndana Sine bo Zîndana Kirmaşanê hatibû veguhastin û bo dema heftiyekê di hucreya takekesî de hatibû ragirtin û piştre bo Benda Jinan a Zîndana Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Ew girtiya siyasî ya Kurd di 16ê Kanûna 2021an de ji Zîndana Qerçek a weramînê bo Zîndana Sine hatibû veguhastin. Li gor ajansên mafên mirovan, hêzên ewlehiyê yên Zîndana Qerçekê wê demê bi tundî li Suheyla Hîcab dabûn û bi darê zorê ew veguhastibûn.

Şaxeya 28 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, di 18 Adara 2020an de bi tohmetên wek "propagandaya dijî rejîmê, lidarxistina kombûnên neyasayî, têkdana raya giştî bi armanca çêkirina aloziyan, çêkirina grûpan bo berevanîkirina li mafên jinan, daxwaza lidarxistina referandumê û guherîna Destûra Bingehîn a Îranê", bi giştî cezayê 18 sal zindanîkirinê bi ser Suheyla Hîcab de sepandibû.

Li gor yasaya komkirina cezayan li Îranê, dê cezaya herî zêde bi ser Suheyla Hîcab de bê cîbicîkirin ku 5 sal zîndan e û bi tohmeta "lidarxistina kombûnên neyasayî" bi ser wê de hatiye sepandin.

Ew girtiya siyasî ya Kurd, roja 23ê Gulana 2020 bo Şaxeya 3 a Dadgeha Pêdeçûnê ya parêzgeha Tehranê hatibû bangkirin û piştî civîna dadgehê û piştrastkirina biryara dadgehê ya sepandina 18 sal cezayê girtîgehê, dema ku avahiya dadgehê diterikand, ji aliyê hêzên Binkeya Sarullah a Supaya Pasdaran ve hatibû desteserkirin û bo Benda Jinan a Zîndana Qerçek a Weramînê hatibû veguhastin.