Erdheja Ermenistanê ziyan gihand gundên Bakurê Kurdistanê

14-02-2022
RÛDAW
Nîşan Erdhej Bakurê Kurdistanê Ermenistan Gurcistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdheja bi hêza 5.3 pile ya li bajarekî Ermenistanê, zirar gihişt çend gundên parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, piştî xelkê navçeyê aliyên peywendîdar agahdar kirin, tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) gehiştine cihê bûyeran bo destnîşankirina zerarên erdhejê û serdana gundên ser sînor kirine.

Ji aliyê têmên AFADê ve hat destnîşankirin ku li sê gundên ser bi bajarokên Zaruşad û Akyaka yên parêzgeha Qersê, zirar gehiştiye sê xaniyan.

Erdhejê Gurcistan û Ermenistan hejand 

Şeva borî demjimêr 21:25 deqe li bajarê Shirakê yê Ermenistanê ku ligel Bakurê Kurdistanê hevsînor e erdhejek bi hêza 5.3 pile çêbû.

Li parêzgehên Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê hest bi erdhejê hat kirin.

Her şeva derbasbûyî, erdhejekê Gurcistan jî hejand û li gor zanyariyên ku ji saziya wî welatî ya ji bo lêkolîn û çavdêriya erdhejê,  erdhej demjimêr 22.25 çêbû.

Li gor zanyariyên wê navendê, navenda erdhejê gundê Sameba yê li herêma Samtkhe-Javakheti bû û dijwariya wê jî 6.2 pileya rîxterê bû û herwiha li Tîflîsa paytext jî hest bi erdhejê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst