Bi dehan bûk li Rojavayê Kurdistanê asê mane

14-02-2022
Helebja Sadon
Daxwaza vekirina deriyê Pêşabûr-Sêmalka li pêşiya bûkan tê kirin
Daxwaza vekirina deriyê Pêşabûr-Sêmalka li pêşiya bûkan tê kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Beşek ji bûk û zavayan jî ziyan ji girtina deriyê di navbera Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê de Pêşabûr-Sêmalka dîtine, bûk êdî ne dikarin biçin ne jî dikarin bên, ev jî bûye pirsgirêkek. Daxwaza bûkan ew e ku deriyê sînorî ji wan re were vekirin ji bo ku bikaribin werin û mala xwe ava bikin.

Piştî evîna zêdeyî 2 salan, ji ber girtina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka Nemet ji desgirtiya xwe dûr ketiye.

Nemet û Leyla biryar bû berî serê sale deweta xwe bikin, lê girtina Deriyê sînorî di navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ew biryar helweşand û niha her yek li aliyekê Kurdistanê ye û li benda vekirina derî ne.

Bi gotina zavayê 22 salî, ji dema xwestinê û heta niha wî hemû kar û amadekarî kirine ji bo anîna jinê.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Nemet Fadil dibêje: “Min hemû kelûpelên navmalê kirîne, min zêr û qelenê xwe her hemû daye û min mala xwe li vir amade kiriye, tenê ez li benda bûkê me. Em bi hêvîne ku deriyê Pêşabûr-Sêmalka li pêşiya haletên mirovî û li pêşiya derbasbûna bûkan jî were vekirin.”

Yek ji wan kesan ku dike nake nikare bûka xwe bîne, Mihemed Mûsa Sîno ye.

Berî 3 salan hevjîna Mihmed jiyana xwe ji dest da, wê demi Meram neçar bû weku xwîşka mezin dibistana xwe bihêle û berpirsiyaretiya van zarokan li xwe bigire ku wê demê temenê wê tenê 12 sal bû.

Bavê Meram berî 8 mehan keçek ji bo xwe xwest, lê destgirtiya wî nikare bigihêje wî.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Mihmed  Mosa Sîno jî got: “Zarokên min biçûk in, ez nikarim derkevim û nikarin karekî bikim. Herwiha min keça xwe jî ji dibistanê derxistiye ji bo ku zarokê min xwedî bike. Ev kesa min xwestî jî keseka biyanî ye û ev bû 8 meh min xwestiye, eger dem zêdetir bibe, dibe ku daxwaza berdanê jî bike.”

Proseya derbasbûna bûkan ji aliyê Rêveberiya Koç û Koçberan a ser bi Rêveberiya Xweser vê tê birêvebirin, paşê ew belge têne şandin ji bo aliyê Pêşabûrê, lê piştî êrîşa Ciwanên Şoreşgir li ser Deriyê Pêşabûrê, êdî derî tenê ji bo çend haletên taybet hatiye vekirin.

Nêzîkî 10 zavayan li benda biryarekî ne ji bo vekirina Deriyê Pêşabûr-Sêmalka li pêşiya destgirtiyên wan ji bo bi hev şad bibin. Derç rojên şemî, duşem û çarşemê li ber nexweşiyên penceşêr û ji bo taziyan vekiriye, ji bilî bazirganî ku rojane heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst