Li Urmiyê di 10 mehan de 6 ton madeyên hişber û bi sedan qaçaxçî hatine girtin

14-02-2022
RÛDAW
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Madeyên hişber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê Fermandarê Polîsê Parêzgeha Urmiyê da xuyakirin ku di 10 mehan de wan dest bi ser zêdetir ji 6 ton madeyên hişber de girtine û herwiha bi sedan qaçaxçiyên madeyên hişber jî hatine girtin.

Fermandarê Polîsê Parêzgeha Urmiyê, Mesûd Xuremniya ragihand, di 10 mehên bihorî de 53 bandên qaçaxçiyên madeyên hişber hatine aşkerekirin û endamên wan radestî dadgehê hatine kirin.

Bi gotina Mesûd Xuremniya, “di nava wan 10 mehan de 390 qaçaxçiyên mezin û 2 hezar û 198 firoşkarên madeyên hişber hatine girtin.”

Parêzgeha Urmiyê ji ber ku dikeve navbera welatên Îran, Tirkiye û Iraqê, bûye riyek bo veguhestina madeyên hişber ji Asyayê ve ber bi Ewroapyê ve.

Li gorî rapora Polîsê Urmiyê, di sala 2020ê de 138 bandên qaçaxçiyên madeyên hişber hatine girtin û bi giştî 14 hezar û 250 kesên din bi tohmetên têkildarî bazirganiya madeyên hişber hatine girtin. Her di vê salê de dest bi ser zêdetir ji 10 ton madeyên hişber de hatiye girtin.

Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Mutemidiyan pêştir bêyî ku behsa hejmara bikarhênerên madeyên hişber li wê parêzgehê bike, got, “ew amarên li ber dest in, cihê dilgiraniyekî kûr in.”

Di raporta hevîna sala 2019an a parêzgeha Urmiyê de hatiye, “%3 ji nifûsa wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê tûşî bikaranîna madeyên hişber bûne.

Li gor tomara barê kesêtî ya parêzgeha Urmiyê, hejmara niştecihên wê parêzgehê di bihara sala 2020 de 3 milyon û 416 hezar kes bûye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst