Operasyonên asayîş û HSDê: 17 endamên DAIŞê hatin girtin

14-02-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Asayiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û HSD 17 endamên DAIŞê li derdora Dêre Zorê girtin.

Berpirsekî Hêzên Ewlekariya Navxwe li derdora Dêre Zorê ragihand, hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dema du rojan de, 17 endamên şaneyên DAIŞê ku êrîşî saziyên sivîl kirine û operasyonên kuştinê encam dane, girtin.

Êrişa li ser zindana Sînaa

Wî berpirsê Asayîşê ragihand, di dema dawiyê de û hevdem li gel êrîşa li ser zindana Sînaa li Hesekê, çalakiyên DAIŞê li navçeyê gelek zêde bûne.

Li Dêre Zorê hinek rêyan di demên şevê de digrin û tayeran dişewitînin, piştre êrîşî navend û xalên leşkerî û saziyên sivîl dikin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di operasyonên xwe de di dema 2 rojên borî de, wan dest daniye ser hejmareke embarên çek û teqemeniyan û herwiha gelek madeyên teqîner pûç kirine.

HSDê berpirsekî darayî yê DAIŞê girt

Li aliyê din Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan ên taybet berpirsekî DAIŞê girtine.

Li gorî navena ragihandinê ya HSDê, ew berpirsekî darayî yê DAIŞê bûye û karê wî dabeşkirina pereyan bûye.

Li gorî daxuyaniya HSDê, ew DAIŞiyê ku hatiye girtin, berpirsê dana pereyan bi şaneyên DAIŞê li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye.

Kesê girtî navê wî 'Mihemed Ehmed Kerez' û ji bajarê El-Babê yê li bakurê Sûriyê ye û ji ber rewşa li Sûriyê, li bajarê Reqayê bicih bûye.

Alîkariya ji Idlibê

HSD dibêje, ew kes berpirsê gihandina alîkariyan ji bo malbatên DAIŞê yên li kampa Holê jî bûye.

Ew kes li xwe mikur hatiye ku bazirganên bajarê Reqayê neçar kirine pereyan bi navê (Zekatê) bidin, ji bo ku piştre wan pereyan bigihîne şaneyên DAIŞê.

HSD tekez dike, ew kes li xwe mukur hat ku alîkariya ji hin aliyên li Tirkiyê û herêma Idlib a li bakur rojavayê Sûriyê ve dihat, werdigirt û paşê li şaneyên terorîst ên rêxistina DAIŞê belav dikir.

Di beşeke daxuyaniyê de tê gotin, “Herî dawî terorîst hewl da ku mayînek li pêşiya dukanekê biteqîne. Terorîstê (Kerez) beriya ku mayînê biteqîne, di çalakiya Hêzên Taybet ên HSDê de hate girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst