NPG: Tirkiyê ji bo kuştina leşkerên dîl êriş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser gerîllayên PKKê li Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê ragihand ku “Dewleta Tirk ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir. Êrişa li ser kampa êsîran bi ti awayî ne ji bo xilaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.” Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje 13 dîl ji aliyê PKKê ve hatibûn kuştin.

Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser gerîllayên PKKê li Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê bidawî bû. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Yekşemê 14ê Sibatê bidawîbûna operasyona Pence Baz-2 li Çiyayê Gare ragihand û ew hêzên li navçeyê paşde vekişandin ku beşdarî operasyonê bûbûn.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandiye ku operasyon bo parastina asayîşa sînoran, piştrastkirina zanyariyên îstixbaratî û rizgarkirina 13 welatiyên sivîl ên Tirkiyê kirine ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin. Tirkiye, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi kuştina 13 welatiyên xwe yên sivîl tohmetbar dike, lê PKK wan tohmetan red dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar dibêje: “Li kêleka berdewambûna şer û pevçûneke dijwar, di pişkinîna wê şikeftê de ku hatiye kontrolkirin, termê 13 welatiyên me yên sivîl hatin dîtin ku berê hatibûn desteserkirin û biribûn wê derê. Di lêkolîna yekem de ku ji aliyê hevalên me ve hatiye kirin, hatiye zanîn ku ew welatî bê tawan û bê çek in, welatiyekî me fîşek li milê wî xistine û 12 welatiyên din jî fîşek li serê wan hatine xistin û hatine şehîdkirin.”

Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler jî got: “Wek dizanin navçeya operasyona me 75 kîlometre berfireh e û bi kûrahiya 25 kîlometre ye û yek ji navçeyên herî mezin e ku heta îro me operasyon li wan kirine. Me operasyona esmanî bi beşdariya 41 firokeyên şer bi awayekî da destpêkirin ku wan hemû armancên me destnîşan kiribûn ji nav bibe. Me leşkerên xwe bi helîkopteran li wê navçeya 75 kîlometre berfireh û 25 kîlometre kûr, li wan xalan peya kirin ku berê plan bo wan hatibû dariştin.”

Ji aliyê din ve Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî li ser leşkerên dîl daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de NPG diyar dike ku li dijî kampa ku êriş lê hate kirin û êsîrên şer ên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê lê bû û dibêje: “Ev kamp sibeha 10ê Sibatê saet 05:00 destpêkê ji hewayî ve bi rengekî giran hate bombekirin, piştre jî ji bejahî ve bi her cûre teknîka şer êriş lê hate kirin. Hêzên me yên li vê kampê, ji bo xwe û êsîran biparêzin, di bin bombardûmaneke giran de bersiva pêwîst dan dagirkerên dixwestin bikevin kampê û derbên giran li wan dan. Artêşa Tirk tevî ku zanîbû li vê kampê êsîr hebûn, bi balafirên şer bombardûmaneke giran lê kirin. Bombardûmana giran a ku sê rojan dewam kir, şerê giran ê li derve û hundirê kampê, bû sedem ku beşek ji personelên MÎTê, leşker û polîsên dîlgirtî jiyana xwe ji dest bidin. Tevî ku mirovekî ji rêzê yên xwedî agahiyên leşkerî jî zane, bi êrişeke bi vî rengî ya li ser kampê kes ji wê derê sax nafilite, êrişa li ser vê kampê bi ti awayî ne ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bû, bi temamî ji bo kuştina wan bû.”

NPG herwiha dibêje dema ku êrişê destpê kir, wan daxuyaniyek dan raya giştî û ragihand ku kampa êsîrên di destê wan de lê ne bi rengekî giran tê bombekirin û êrişên giran li ser heye û tevî ku malbatên êsîran bang li dewleta Tirk kir ku dest ji wê hewldana êrişê berde jî, êriş bi israr berdewam bûye.

Derbarê amarên şer û pevçûnên li herêmê de jî NPG dibêje bîlançoya dawî ya ji bo herdu aliyan, di demeke nêzîk de dê bê zelalkirin û ji aliyê wan ve bi raya giştî re bê parvekirin.

Pêştir Fermandariya HPGê li navçeya Gare di roja duyem a operasyonê de ragihandibû ku firokeyên şer ên Tirkiyê kampek bordûman kirine ku hejmarek dîlên şer têde bûn. Berdevkê KCKê Zagros Hîwa jî di daxuyaniyekê de ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê re got, ne dûr e Tirkiyê bi mebest ew kamp bordûman kiribe.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji yekem roja operasyonê ve, li ser erdê sê caran rûbirûbûn di navbera gerîllayên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyê de çêbûye. Rûbirûbûna dawî şeva borî li nêzîkê Siyanê bû dema Tirkiyê xwestiye bi helîkopteran serbazan li wê navçeyê daxîne û bo dema 40 deqeyan şer di navbera gerîllayên PKK û artêşa Tirkiyê de çêbûye.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di şerê Gare de 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye.