Dadgeha Îranê 5 sal zîndanê li mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî birî

14-02-2021
RÛDAW
Nîşan Zara Mihemedî Zimanê Kurdî Sine Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Îranê, bi sedema ku dersa zimanê Kurdî daye zarokan û bi tometa hewldan ji bo têkdana asayişa netewî ya Îranê, 5 sal cezayê zîndanê bi ser mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana sivîl a Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî de sepand.

Dadgeha Pêdeçûna (Temyîz) a bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, dayîna dersa zimanê Kurdî bi zarokan weke tawan li ser mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana sivîl a Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî qebûl kir û bi tometa têkdana asayişa netewî ya Îranê bi rêya damezrandina grûpan, sizayê 5 sal zîndanê bi ser wê çalakvana Kurd de sepand.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ragihandiye, dadgeha pêdaçûnê ya Zara Mihemedî, di meha Cotmeha 2020 de li şaxa 4 a Dadgeha Pêdaçûna Sine birêve çûye û di çend rojên bihorî de biryara dadgehê bi fermî hatibû ragihandin, ku li gor briyarê sizayê 10 sal zîndanê yê Zara Mihemedî bo 5 salan hatiye kêmkirin.

Zara Mihemedî li ser hesabê xwe yê Instagramê biryara dadgehê red kir û weke biryareke ne dadperwer bi nav kir.  Zara Mihemedî dibêje, tenê ji ber dersên Kurdî û fêrkirina zimanê Kurdî ev siza bi ser min de sepandine.

Zara Mihemedî ya 28 salî, bo dema 10 salan li sînorê parêzgeha Sineyê bi awayekî xwebexş û bê beramber dersên fêrkirina zimanê Kurdî daye zarokan. Ew dibêje, zimanê Kurdê di rewşeke xirab de bû û tu rêxsitin nebûn piştevaniyê lê bike

Zara Mihemedî herwiha ragihandiye, hukimkirina li ser wê dawiya dosyeyekê ye, lê destpêka rêyekê ye, weke amajeyek bo berdewamî li ser xebata xwe ya ji bo zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê.

Temenê Zara 28 sal in û li gundê Serawle yê bajarê Dêwlan ser bi parêzgeha Sine ve ji dayik bûye.

Pêştir Şaxeya 1 a Dadgeha Şoreşê li bajarê Sineyê roja Sêşemê 14ê Tîrmeha 2020an, bi tometa hewldana ji bo têkdana asayişa netewî ya Îranê, cezayê 10 sal zîndanê bi ser Zara Mihemedî de sepandibû.

Zara Mihemedî di payîza 2017 de, ji bo gihandina alîkariyan bi mexdûrên erdheja Kirmaşamê beşdarî di kempînekê de kiribû. Herwiha di Newroza 2019an de jî li parêzgeha Loristanê bajarê Meimolanê alîkarî gihandibû zirardîtiyên lehiyê.

Di payîza sala 2020an de jî beşdarî di kempîneke çandina darên Berû de kiribû û 193 darên Berû çandibûn, ew jî bi gotina wê ji ber 193 rojên ku ji aliyê hêzên Îranê ve bi awayekî “nerewa” hatibû girtin.

Zara Mihemedî endameka çalak a Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn e û roja 23ê meha Gulana 2019 di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.

Zara Mihemedî bo dema 193 rojan di girtîgehê de bû.

Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Wê çalakvana Kurd pêştir û dema ku di girtîgehê de bû, ji malbata xwe re gotibû ku hêzên emnî guvaş xistine ser wê daku îtîrafê bi hinek tometên bê bingeh bike, lê wê ew yek red kiriye.

Sala 2019ê, Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn têkildarî girtina Zara Mihemedî daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “di demekê de Zara Mihemed di jêr fişarê de ye ku ser bi ti partî û aliyekî siyasî ve nîne û tekane tawana wê ev e ku zarokan fêrî zimanê Kurdî dike.”

Encûmena Nûjîn rêxistineke civaka sivîl e ku ji aliyê hejmarek keç û xortên Kurd ve hatiye damezrandin û di warên çandî û civakî de li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakiyan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst