Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Kurdistan ji Lîbyayê zêdetir petrolê difiroşe

14-02-2020
RÛDAW
Civîna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê
Civîna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê
Nîşan Mesrûr Barzanî Dan Brouillette Herêma Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê li Munchenê civiyan. Dan Brouillette, got, “Bi saya serkirdayetiya Kurd, Herêma Kurdistanê kariye ji welatê Lîbyayê zêdetir petrolê berhem bîne û bifiroşe.”

Dan Brouillette, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê berî civîna li gel Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji rojnamevanan re axivî û ragihand, “Em îro hatine li gel Mesrûr Barzanî ahêng bigêrin bo wê ‘mucîze’ya ku niha bi saya serkirdayetiya Kurd, Herêma Kurdistanê kariye ji welatê Lîbyayê zêdetir petrolê berhem bîne û bifiroşe.”

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê di wê daxuyaniya xwe ya bo rojnamevanan de ku peyamnêrê Rûdawê jî tê de amade bû, got ku her çiqas Kurdistan çardora wê hişk e, lêbelê şiyana berhemanîna petrolê zêde ye û bi vê mebestê jî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re got ku ew dixwazin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin di wî warî de.

Piştî civînê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di twîtekê de, derbarê kombûna li gel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê got ku wan behs li ser wê kirine bê ka çawa kompaniyên Amerîkî bikarin  rol bigirin di pêşdebirina sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê rol bigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî, “Me behsa wê kir, çawa Kurdistan û Amerîka  pêwîst e li gel hev kar bikin ku asayişa enerjiya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Di kombûnê de guftugo derbarê girîngîpêdana peywendiyên di navebra Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî di warê enerjiyê de hat kirin. Herwiha tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên bazirganî û rola weberhênanên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê amaje bi pêşkevtina aboriya Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê bi lêhatina serkirdayetiya xwe karê mucîze asayî kir.”

Herwiha hatiye belavkirin, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û got, hêvîdar im hemahengiya me zêdetir û berdewam be.”

Li gor amaran, ji ber şer, alozî û milmilaneyên li Lîbyayê û destbiserdagirtina kêlgeh û benderên petrolê ji aliyê grûpên nêzîk li Xelîfe Hafter, ji 18ê Kanuna Duyem ve berhemanîna petrolê li wî welatî berdewam dadikeve. Hefteya derbasbûyî hinardekirina petrolê bo 1814 hezar û 576 bermîl di rojekê de daket ku pêştir rojane 1.2 milyon bermîl ji aliyê wî welatî ve dihat hinardekirin.

Konferansa Asayişê ya Munchenê li Almanyayê birêve diçe û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî wê konferansê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst