ROJAVA – Li Kampa Waşokanî nexweşî zêde bûne û derman kêm in

14-02-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
-
-
Nîşan Heseke Kampa Waşokanî Rojava
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Her ku diçe hejmara nişteciyên kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê zêde dibe û niha hejmara koçberên wê kampê gihiştiye 8 hezar û 120 kesan.

Rewşa wê kampê ji aliyê tendirûstiyê ve pir xerab e û heta niha jî ti rêxistineke navdewletî alîkariyên pizîşkî pêşkêşî wan koçberan nekirine.

Heyva Sor a Kurd ji Rûdawê re ragihand, heta niha 6 hezar koçber ji aliyê wan ve hatine dermankirin, niha jî zivistaneke zehemet berê xwe dide kampa ku ji konan hatiye avakirin, pileyên germê jî di bin sifrê de ye, lewma rojane 200 koçber serdana navenda pizîşkî ya wê kampê dikin.

Wedha Mihemed Xelef ji gundê em elxêr yê Serêkaniyê ye ku di dema xwe de çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi tundî êriş dikirin ku wî gundî kontrol bikin.

Koçbera bi navê Wedha Mihemed Xelef ku tûşî nexweşiya pençeşêrê bûye di konekê de li gel zarokên xwe di rewşeke zehmet de ye û dibêje, “Ez bi tiştekî din çûm bo doktor, lê ji min re got, lîv bi te re heye. Heyva Sor ji min re neştergerî kir, serme jî zehmet e.”

Zivistaneke sar û ziwa, hejmara nişteciyên kampê gihişt 8 hezar 129 kesî ku dike hezar û 359 malbat. Heyva Sor a Kurd bi erkê saxlemiya wan ve radibe.

Cîhan Amir, Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd, “Herî kêm 6 hezar kes li cem me çareserî wergirtine. Zêdetir nexweşiyên sermayê ne, pêwistî bi derman heye jiber ku her diçe, nexweş zêdetir dibin.”

Ti rêxistineke tundirustiya cîhanî li vir nayên dîtin, proseyên başkirina rewşa tenduristiya koçberan rastî astengiyên kêmbûna derman û nebûna alavên pêwîst dibin.

Niha 220 malbatên nû hatine ku bê kon mane  biryar e çadir ji wan re bên vekirin, lê bi vê yekê hejmara kampan dighêje 1500 konî û êdî ji wiha zêdetir nabe jiber ku rûbera hatibû destnîşan kirin, bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst