Amed (Rûdaw) - Di 95mîn salvegera destpêka Serhildana Şêx Seîdê Pîranê de li bajarê Amedê konferansek ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ve hate encamdan û beşek ji malbata Şêx Seîdê Pîranê jî beşdarî wê konferansê bûn ku ev malbat 95 sal in daxwaza dîtina gora bapîrê xwe dikin û heta niha tu agahiyek ji aliyê dewleta Tirkiye ve negihîştiyê wana
Qasim Firat, ew neviyê Şêx Seîdê Pîran e destê xwe vekiriye û ji kalê xwe û 46 hevalên wî yê ku 95 sal berê li vê derê hatibûne sêdarkirin re duayan dike.
Ne kêlek ne mezarek li holê nîne, ji ber ku piştî ew hatine sêdarekirin termên wan jî nedan malbatan wan
Qasim Firat, neviyê Şêx Seîd, dibêje, “Dema ez tême vê derê wê zilma li me hatiye kirin di kurahiya dilê xwe de hîs dikim, ew neheqiya ku li me hatiye kirin di dilê xwe de hîs dikim.”
Wek bi dehan pêşewayên Kurdan agahiyên di derbareyê mezarên Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî jî wek sirreke efsûnî di arşîvên Serfermandariya Artêşa Tirkiyê de veşartine, heta niha nemaze malbata Şêx bi dehan caran daxwaz ji dewletê kirine da ku ew cihê kalê wan nîşanê wan bide; lê heta niha tu encamek jê derneketiye
Elî Seîd Firat, neviyê Şêx Seîd, diyar dike, “Me wek malbat bi dehan caran serî li dam û dezgehên fermî da û tu encamek derneket, emê dozekî bi giştî vekin, dewlet ji miriyê me jî ditirse, ew ditirsin ku hişmendiya Kurdayetiyê bilind bibe.”
Sebaret salvegera roja destpêka Serhildana Şêx Seîd li bajarê Amedê konferansek ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê; herwisa bi alîkariya Komeleya Şêx Seîd hate lidarxistin
Di konferansê de gelek endamên malbata Şêx jî amade bûn
Zebat Aygoren, neviya Şêx Seîd, radigihîne, “Hesreta me ew e ku em bizanin ew li ku derê ye û tirba wî li kû ye, qe ne be me bizaniya emê biçûna serdana wî û me jê re dua bikira , me jê re bixwen da.”
Wek hemû malbatên cangoriyên azadiyê piraniya gelê Kurd jî di meraqeke mezin de ne ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî li ku derê hatine veşartin; lê dîroknas Kerem Serhatli ku ew berê Mudirê Ewqafên Herêmê bû idîa dike ku cihê Şêx û hevalên kifş e
Dîroknas Kerem Serhatli, dibêje, “Dema ez mudirê Ewqafên Herêmê bûm bi di wesîqeyekî fermî da min dît ku bi Osmanî lêkiribû, li gor wê wesîqeyê tirba wan di bin binkeya leşkerî ya Mala Efseran de ye, qet şik jê re nîne.”
Kurd û Tirk avakarê sereke yê dewleta Tirkiyeyê bûn, lê piştî Konferansa Lozanê dema ku destûra 1924an hate lêkirin Kurd tune hatine hesibandin û li ser vê jî Şêx Seîd û tevî serkirdeyên azadiyê nerazî bûn û 95 sal berê di 13ê Sibatê de li Pîrana Amedê pevçûn di navbera wan û hêzên Tirk de derket û Serhildan destpêkir; 15ê Nîsanê Şêx Seîd Efendî hate girtin û tevî 46 hevalên xwe ew hatine sêdarekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse