Îro Konferansa Asayişê ya Munchenê bi beşdariya 500 berpirsên cîhanê dest pê dike

14-02-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Înê 14ê Sibatê, 56mîn Konferansa Asayişê ya Munchenê bi beşdariya bêtir ji 500 serok, serokwezîr, wezîrên derve û berevanî û rayedar û kesên bibandor ên cîhanê dest pê dike. Di konferansê de dê behsa wan mijaran bihê kirin, ku bandore li ewlehiya navdewletî dikin, ji Herêma Kurdistanê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansê de beşdar e.

Konferana Asayişê ya Munchenê heya 16ê Sibatê wate bo dema 3 rojan berdewam dibe, û dê têde pirsên girêdayî asayişa cîhanê bihêne gotûbêjkirin.

Ev konferans di demekê de ye ku alozî û nakokiyên kûr li çend navçeyên cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn hene.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tevî ku bi awayekê fermî bo Konferansa Asayişa Munchenê hatiye vexwandin, lê belê beşdarî vê konferansê nabe. Ji Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya di wê konfiransê de li Almanyayê ye.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê li Munchenê ligel berpirsên welatan bicive û bi wan re derbarê mana hêzên Hevpeymaniya Navdewêletî li Iraqê û gefên emnî û bi taybet gefên terorê de gotûbêjan bike.

Bi mebesta beşdariya di konferansê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper û Şanderê Amerîkayê yê bo Sûriyê James Jeffrey îro Înê gihîştin Almanyayê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst