Li Bidlîsê hin navçe bo salekê wek "herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarêBedlîs a Bakurê Kurdistanê û 4 navçeyên wê hin dever heta dawiya salê wek "herêma ewlehiya taybet a berwext" hatin îlankirin.

 

Li gor daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê, hin qadên navenda bajêr û navçeyên Norşîn, Motkî, Xîzan û Tetwanê wek "herêma ewlehiya taybet a berwext" hatin ragihandin.


Di daxuyaniyê de hat gotin ku qadên navborî li gor biryara Serokomar a jimara wê 660 e, di navbera 1ê Çile û 31ê Berfanbara 2019an de wek "herêma ewlehiya taybet a berwext" hatin îlankirin.


Derbarê herêmên ku wek herêmên ewlehiya tayber hatin îlankirin de hûrgilî li ser malpera walîtiyê hatin parvekirin.