Li Hewlêrê du cewrik hatine daliqandin û kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku hîn jî cezayê îdam û bidarvekirinê li gelek welatan cihê gengeşeyên mezin e, lê li vir bi hêsanî du ajelên biçûk hatine bidarvekirin.

 

Li vê çolê û di vê sermayê de çûn û hatina xelkê kêm e. Kesê ku rêya wî bi vê deverê jî dikeve û di vir re derbas dibe, matmayî dimîne çawa mirovekî hişmend û biqail kare karekî bi vî rengî bike.

 

Welatiyekî bi navê Hejar Salih diyar kir, tiştê ku bi wan cewrikan hatiye kirin, ne karê mirovatiyê ye.

 

Ev herdu cewrik biçûk in, nikarin ziyaneke mezin bigihînin kesekî ku layiqî vê kuştinê bin, lewma xelkê deverê piştrast dikin ku ne kesekî mezin û têgihiştî ev herdu cewrikên reben kuştine.

 

Li gor amarên ku ketine destê Rêxistina Parastina Mafên Ajelan ya Kurdistanê, ji 1ê Çileya 2011ê ve û heta niha bêtirî 2800 segan li parêzgeha Hewlêrê hatine kuştin ku piraniya wan bi jehrê tên kuştin.

 

Serokê Rêxistina Mafê Ajelan Bextiyar Seîd ji Rûdawê re ragihand, ku divê ji aliyên peywendîdar li ser vê bûyerê lêkolîn bike.

 

Di van çend rojan de guhdirêjek bi çend cihan lingên wî hatibûn şikandin, herwiha segekî din jî li Silêmaniyê hate şewitandin û niha jî 2 cewrik hatine bidarvekirin, tevî ku ajel bê zar û ziman in û ajelên kedî çavên wan li destên mirovan e ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin yan bi kêmanî rê bidin wan ku bi aramî di jîngeha xwe ya siruştî de bijîn.