KERKUK – Plana xeter a DAIŞê hate pûçkirin

14-02-2017
Rawçî Hesen
Nîşan Kerkûk DAIŞ Mele Ebdullah
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li nêzîk gundê Mele Ebdullah û Sexre ya başûrê rojavayê Kerkûkê, planeke êrîşa bi bombeyî yê DAIŞê ji aliyê tîmên pêşmerge yên endazyariya bombeyan ve hate têkbirin.  

 

Çekdarên DAIŞê roja Duşemê (13-02-2017) li Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê hewl dan bi rêya avê û di nav lastîkên tekeran de bombeyan veguhezin nav çeperên pêşmerge yên li nêzîkî gundênb Mele Ebdullah û Sexreyê.

 

Lê tîma ezdazyarî ya Fermandariya Hêzên Pişevanî ya Yek a Wezareta Pêşmerge, berî encamdana vê plane bombeyên DAIŞiyan pûç kirin.

 

Fermandarê Beşa Endazyarî ya Hêzên Piştevaniya Yekê Miqdat Zêbarî ji Rûdawê re ragihand; “Çekdarên DAIŞê ji navçeya Hewîceyê ve bi rêya avê bombe û teqemenî şandine gundên Mele Ebdullah û Sexreyê. Bombeyên xwe di nav botên lastîkê de veşartibûn. Dixwestin êrîşên xwekujî bikin.”

 

Zêbarî da zanîn, ku hêzênb wan zû ji vê plane hesiyane û got; “Careke din xewna DAIŞiyan ji aliyê yekîneya endazyarî ya leşkerî ve hate pûçkirin û plana wan kete gorê.”

 

Di Hezîrana 2014ê de DAIŞê gundê Mele Ebdullah dagir kiribû lê Hêzên Pêşmerge di demekê kurt de ev herêm ji destê DAIŞê derxistibû.

 

 یلانێكی داعش لەلایەن كەتیبەی ئه‌ندازه‌یی سەربازی سه‌ر به‌ فه‌رمانده‌یی هێزه‌كانی پشتیوانی یەک پووچەڵكرایەوە

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst