Mamosta ji bo zimanê zikmakî meşiyan

14-02-2015
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Mamostayên ser bi Sendîkaya Mamostayan (Egîtîm-Sen)ê ji bo zimanê zikmakî duh ders boykot kirin û xwepêşandanek li dar xistin. Mamostayan daxwaz kirin ku 'dersa neçarî ya dînî' jî bê rakirin.

Bi hezaran mamostayên endamên Egîtîm-Senê ji bo 'perwerdehiya zimanê zikmakî' û 'nehêştina dersa neçarî ya dînî' li Kolana Hunerê ya Dêrsimê li hev civiyan û heta Kolana Cûmhûriyetê meşiyan.

Li wir li ser navê mamostayan Serokê Egîtîm-Sena Dêrsîmê Hasan Olgun axivî û rexne li hikûmet û deshilata siyasî girt. Olgun, di vî warî de wiha pêde çû:

"Ji dayîngehan bigire heta zanîngehê, ji bo pergala perwerdeyê pîvanên gerdûnî tên binpêkirin. Deshilata siyasî dîn bikar tîne û pîvanên dînî dixe bingeha pergala perwerdeyê. Em bi zimanê zikmakî perwerdeya zanistî û demokratîk diparêzin; lê AKP her roj paşverûtiyê dide ber pozê me."

Olgun, nerazîtiya xwe li dijî 'dersa neçarî ya dînî' jî derbirî û got: "Digel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) biryar girt ku 'divê dersa neçarî ya dînî bê rakirin' jî AKP li dijî vê biryarê radiweste. Me daxwaznameyên ku 'Em dersa dînî ya neçarî naxwazin, emê zarokên xwe neşînîn vê dersê' dabûn dezgeh û saziyên têkildar.” 

Piştî daxuyaniyê xwepêşander hêminane belav bûn.









Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst