Merga Bûtan mazûvaniya geştyaran dike: ‘Kaşûn gelekî xweş e’

Colemêrg- Navenda Kaşûnê ya Mêrga Bûtanê 2 hezar û 800 metreyan bilind e û yek ji mezintirîn navenda kaşûnê ye li Rojhilata Navîn.

Tenê 12 kîlometreyan ji Colemêrgê dûr e, salê 200 hezar geştiyar lê kom dibin.

Ji sala 2015an û vir ve bi qasî 10 milyon dolaran veberhênan lê hatiye kirin.

Rêvebirê Mêrga Bûtanê Gokdenîz Duman dibêje: "Me cihên bêhnvedanê û hemû pêdiviyên wan dabîn kirine. Ez bawer dikim ew geştiyarên ku tên û dibînin bê gilî ne."

Li Mêrga Bûtanê 12 rêyên navneteweyî yên kaşûnê hene ya herî dirêk 3 kîlometre ye.

8 teleferîkên modern lê hene. Li aliyê din 25 rahênerên pispor mezin û biçûk, jin û zarokan fêrî teknîkên kaşûnê dikin.

Demsala kaşûnê 5 meh e, bilindahiya berfê digihîje 3 metreyan.

Ceylan Aktaşa geştyar dibêje, "Em çend heval in bi hev re hatine û em ji geşta xwe gelekî razî ne û bi rastî cihekî xweş e."

“Kaşûn gelekî xweş e”

Geştyara bi nave Busra Heyinê jî got, "Bi rastî dema tu bi kaşûnê diçî gelekî xweş e lê ez hîn fêr nebûme."

Keça bi nave Berîtan Kurt jî werzişkar e û fêrî kaşûnê dibe Berîtan Kurtê behsa kaşûnê kir û got:

"Mamosteyên me hene û me fêrî kaşûnê dikin, ez du sal in têm û baş fêr bûme."

Her sale li Colemêrgê 3 bûyerên girîng tên lidarxistin.

“Ji Ewropa, Îran û Îraqê geştyar tên”

Di meha kanûna paşîn a sale de de Festîvala Kaşûnê ya Colemêrgê di sibatê de Pêşbaziya Navneteweyî ya Kaşûnê û di meha sêyem jî de Fêstîvala Xwarinên Gelerî tên lidarxistin.

Hotel û motel ji bo şevekê bi bihayê guncaw ê 50 dolarî odeya guherandina cilan û alavên taybet bi kirê didin geştyaran.

Karmendê geştyariyê yê bi nave Arman Adil jî got:

"Ji Almanyayê, ji hemû Ewropayê û her wiha geştyarên Îran û Îraqê gelek kes tên.

Her kesî ku tê vir dikare bi pereyekî kêm kaşûnê bike û amûrên kaşûnê wergire."

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Bûtanê ne tenê cihê werzişê ye bûye çavkaniya dahatan û derfeta kar ji bo ciwanên herêmê.