Mezlûm Ebdî: Ji bo Kobaniyê piştgirî pêwîst e

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand ku Kobanî di rewşeke dijwar de ye û ji bo vê yekê piştgiriya navneteweyî pêwîst e.

Mezlûm Ebdî bi minasebeta şerê li derdora Kobanî û Bendava Tişrînê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku li Kobaniyê şer û pevçûn berdewam dikin û şervanên wan êrişên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê têk dibin.

Fermandarê HSDyê eşkere kir ku ew amade ne beşdarî pêvajoya nû ya siyasî bibin û got:

"Em amade ne ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nemerkezî beşdarî pêvajoya nû ya li Sûriyeyê bibin."

Mezlûm Ebdî kişand ser wê yekê ku li Kobaniyê rewşeke taybet heye û got:

Li Sûriyeyê rewş hinekî aram e lê li Kobaniyê dîsa şer heye. Şervanên me bi berxwedaneke mezin êrişan têk dibin."

"12 hezar şervanên me şehîd ketin"

Fermandarê HSDyê ragihand ku li dijî DAIŞê de bi hezaran şervanan canê xwe ji dest daye û got:

"Di dema ku dewlet û hêzên cîhanî li hemberî DAIŞê bê deng man, şervanên azadiyê jê re got 'Bes e' û şerekî dîrokî kirin."

Mezlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî kir ku divê êdî her kes bibêje "Êdî bes e" û li dijî êrişên li ser Kobaniyê helwestekê nîşan bide.

Welatên rojavayî HSDyê wek hevpeymana sereke ya xwe dibînin û mayîna wê jî ji bo rêgirtina li vegera DAIŞê pêwîst dibînin.

Bi taybetî HSD nobedariya girtîgeh û kampên çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan dike.

Di dema ragihandina rûxandina "xîlafet"a DAIŞê ya sala 2019an de, HSDyê desteserkirina zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê ragihand.

Piraniya wan çekdarên DAIŞê xelkê Sûriye û Îraqê ne, nêzîkî du hezaran ji wan jî xelkê welatên din in.

Her wiha 45 hezar û 355 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne û li Kampa Holê dimînin.

Berpirsên welatên rojavayî ji Enqereyê dixwazin êrişên komên çekdar ên li ser HSDyê bên rawestandin da ku metirsî nekeve ser wan girtîgehan.

Tirkiyeya endamê NATOyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku hêza sereke ya HSDyê ye wekî beşekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û çekdanîn û nemana HSDyê jî wekî mercê agirbestê dibîne.

HSDyê jî ragihandiye ku eger agirbest bê kirin dê "şervanên biyanî" ji nava refên wê derkevin.

Li aliyê din, ji 8ê Kanûna Kanûn Pêşîn a 2024an ve koma Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi tundî êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.

Zêdeyî mehekê ye bi şerekî tûnd li herêmê di navbera HSD û komen çekdar ên Artêşa Niştimanî de heye.