Tuncer Bakirhan: Divê êdî hikûmet gavan biavêje
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku êdî dora wê yekê ku hikûmet ji bo pêvajo û demokrasiyê gavan biavêje.
Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê axivî.
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan behsa pêşhatên pêvajoya nû kir û eşkere kir ku divê Doza Kurdan bi rêya demokrasiyê were çareserkirin.
Serokê Giştî yê DEM Partiyê tekez kir ku ew piştgiriyê didin peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
“Qeyûm li dijî îradeya gel e”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê, amaje bi gotinên Tayyîp Erdogan ên di serdana Amedê de got:
"Aramiya hevpar a Tirkiye û Amedê, çareseriya demokratîk û aştî ye."
Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiyê ya li parlamentoyê de rewşa rojane nirxand.
Bakirhan, li dijî tayînkirina qeyûm a piştî desteserkirin û girtina hevserokên Şaredariya Akdenîzê û endamên meclisa şaredariyê bertek nîşan da.
Bakirhan, tayînkirina qeyûm wekî "darbeya li dijî demokrasiyê" bi nav kir û got:
"Her du hevalên me deriyê odeyên xwe yên fermî rakirin. Wan çi kir? Derî li ber gel vekirin.
Bi rastî, dema em jî çûn serdana Mêrsînê û gihîştin navçeya Akdenîzê, me ew tablo dît.
Welatî dikare rasterast biçe odeya hevserokên şaredariyê, xwe îfade bike, pirsgirêka xwe bêje.
Ne derî heye, ne sekreter heye, ne jî pêwîstî bi wergirtina randevûyê heye.
Ev qeyûm ne tenê li dijî Kurdan, li dijî îradeya rêveberiya hevpar a li wir hatiye tayînkirin."
“Nehiştin cenazeyên rojnamegeran bên welatê wan”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê behsa operasyonên li Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:
“Em têkoşîneke mezin didin da ku aştî li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn pêk were.
Desthilat dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaşiyên mezin dike. Dema ku hinekî hêviya aştiyê çêdibe, yekser hewl didin wê têk bibin.
Di vê mijarê de pir jêhatî ne, divê heqê wan bê dayîn.
Di mijara têkbirina û şikandina hêviyê de ti kes nagihê wan. Xuya ye em ê li vî welatî hêvî nekin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ên ku ji bo mafê agahdariya gel li wê derê rojnamegerî dikirin ji aliyê dronan ve hatin qetilkirin, cenazeyên wan li welatê wan nehatin veşartin.
Ez nabêjim nehat veşartin, nikarîbûn bên veşartin. Tevî ku malbatên wan pir dixwest.
Em dipirsin, hûn dê bi gelekî ku hûn rêzê li miriyên wî nagirin re çawa li hev bên?”
“Divê êdî desthilat gavan biavêje”
Bakirhan di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi pêşhatên pêvajoyê jî kir û wiha domand:
“Di dawiya axaftina xwe de Em pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de dinirxînin.
Me ev hezar carî got. Hîn jî hin kes radibin û bi gotinên derewîn ên wek du ala û tiştên bêwate hewl didin ku ji bo 3-5 dengan têgihiştineke şaş ava bikin.
Rêya me demokrasî ye. Kes nikare me ji vê rêyê bide alî.
Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş tiştekî girîng got. Wî got, 'Divê pêvajoyeke wisa bê meşandin ku rûmeta Kurdan û serbilindiya Tirkan biparêze'. Em pê re ne.
Bila baş bê zanîn ku qeyûm ne tiştekî ku mirov pê serbilind bibe.
Zimanê jehrî ne tiştekî ku mirov pê serbilind bibe.
Em bi vê hişmendiyê careke din dixwazin ji vir dubare bikin ku em piştgiriyê didin peyamên Birêz Ocalan.
Ji bo avakirina aştiyê erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me hemûyan.
Dem dema dirêjkirina destê aştiyê yê li ser bingeha wekheviyê.
Birêz Abdullah Ocalan di her du peyamên xwe de anî zimên ku hêza wî ya avakirina aştiyê heye. Êdî dor a desthilatê ye.
Bila desthilat zû bi zû gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser xeta demokratîkbûn û pirsgirêka Kurdî biavêje.
Divê biavêje. Birêz Erdogan çûbû Amedê. Li Amedê got, 'Aramiya Diyarbekirê aramiya Tirkiyeyê ye'.
Aramiya hevpar a Tirkiyeyê û Amedê çareseriya demokratîk û aştî ye, Birêz Erdogan.
Eger çareseriya demokratîk û aştî pêk were, dê hem Amed û hem jî Tirkiye aram bibe. Ji ber vê yekê em ji bo aştî û çareseriyê bixebitin."