Nêçîrvan Barzanî Cejna Qewiltasê pîroz kir

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cejna Qewiltas Kurdên Kakeyî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Qewiltasê pîrozbahî li Kurdên Kakeyî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama pîrozbahiyê ya Cejna Qewiltasê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kakeyiyan belav kir.

Di peyamê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêvî dike ku ev cejn her sal “bi xêr û xweşî” were pîrozkirin.

Cejna Qewiltasê yek ji cejnên Kakeyiyan (Yarsan) e ku piştî 3 rojan girtina rojiyê, şeva sêyem dibe cejn û 5 rojên berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe Cejna Qewiltasê de got:

“Em xwişk û birayên Kakeyî piştrast dikin ku wekî her tim em dê parazvanê mafên wan bin.”

Di beşeke din a peyamê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku “Herêma Kurdistanê dê ji bo hemû pêkhateyên xwe, wekî welatê bihevrejiyan û tolerans û qebûlkirina hev bimîne.”

Kakeyî (Yarsanî) di navbera 14 û 17ê Kanûna Paşîn de 3 rojan rojiyê digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst