HAKPAR, PDK-KURD û Hereketa Azadiyê êrişa li Maşallah Dekak şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – HAKPAR, PDK-KURD û Hereketa Azadiyê êrişa li Maşallah Dekak bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Partiya Demokrat a Kurd (PDK-KURD) û Hereketa Azadiyê li ber Mizgefta Mezin a Amedê êrişa li Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Metîn Pîranî ve hat xwendin.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Metîn Pîranî di daxuyaniyê de got:

“Dema ku li Meydana Mizgefta Ulu ya Amedê nûçe dişopand, nûnerê Rûdawê Maşallah Dekak ji aliyê kesekî ku heta niha pêwendiyên wî nehatine zelalkirin, rastî heqaretan hat û hewla êrişa fîzîkî hat kirin.

Li cihekî girseyî ku gelek polîs lê hene ev êrişa hovane bê alîgir ne pêkan e.

Kê ev êrişa ku çapemeniya Kurd kiriye armanc û fermana wê daye, em bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku kesên biryara vê êriş dane, bên eşkerekirin û tevî wî kesî bên cezakirin.”

“Îfadeya zîhniyeta faşîst e”

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin:

“Ev êrîş ji zêdebûna dijminatiyên li hemberî Kurdan, bi taybetî jî li dijî nirxên Kurdan cuda nîn e.

Gotinên êrişkar ên wekî, aqil be, ev der Komara Tirkiyeyê ye, bi Kurdî nepeyivin, îfadeya zîhniyeta faşîst e.

Ji ber ku ev êriş ji êrişa li ser rojnamegerekî wêdetir, êrişeke li nirxên gelê Kurd û mafê wê yê ku di şexsê rojnamegeran de tê armanckirin.”

Her sê rêxistinan herwiha anî ziman:

“Koma Medyayî ya Rûdawê saziyeke medyayî ye ku li gorî yasayên vî welatî hatiye damezrandin û li gorî yasayên vî welatî xebatên xwe dimeşîne.

Ger li vî welatî qanûn hebe divê ji bo her kesî be. Bêcezabûna van êrişan, tê wateya teşwîqkirina zîhniyeta faşîst.

Em careke din êrişa hovane ya devkî û fîzîkî ya li dijî Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ku dema nûçe dişopand li Amedê pêk hatiye şermezar dikin.

Em dixwazin bînin ziman ku çapemeniya Kurdî ne bi tenê ye.”

Çi bûbû?

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak dema ku serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî êrişa kesekî hat.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye” û êrişî Maşallah Dekak kir.

Êrişkar ji aliyê kesên derdorê ve ji cihê bûyerê hat dûrxistin û hat desteserkirin.

Êrişa li hemberî nûnerê Rûdawê bû sedema bertekan.