Ahmet Turk ji bernamzediyê vekişiya

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Mêrdîn Vekişandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turkê ku ji DEM Partiyê bûbû bernamzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ji bernamzediyê vekişiya.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo berbijêriya Hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kiribû.

Ahmet Turk diyar kir ku wî serlêdana xwe ya ji bo bernamzediya hilbijartinên herêmî yên ku dê di meha Adarê de bên kirin paşve kişandiye.

DEM Partiyê doh ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan û endamên meclîsa giştî yên parêzgehên 10 parêzgehan û gelek navçeyên girêdayî wê di nav delegeyan de hilbijartinek li dar xist.

Ahmet Turkê ku ji bo berbijêriya Hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kiribû, di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku eger di tûra yekem de neyê hilbijartin ew dê ji benamzediyê vekişe.

Di hilbijartinên ku duh hatin kirin de her çend Ahmet Turk bû yekem jî, nekarîn benda ji sedî 50+1 derbas bike.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji Ajansa Mezopotamyayê re ragihand ku ew ji bernamzediyê vekişiyaye û wiha got:

“Min berê ragihandibû ku eger ez ji sedî 50 derbas nekim ez dê vekişim. Ji ber xwedîlêderketina gel, ez spasiya gel dikim.

Ez xwe ji siyaseta aktîf vedikişînim. Ez dê têkoşîna gelê Kurd di platformên cuda de bidomînim.

Ahmet Turk di hilbijartinên berê yên şaredariyan de wekî Şarederê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin lê li şûna wî 2 caran qeyûm hatibû danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst