HPGyê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Yahya Duman Sabrî Bagok HPG PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya fermandarekî xwe yê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser fermandarê xwe yê ku canê xwe ji dest dabû daxuyaniyek belav kir.

HPGyê ragihand ku fermandarê wan Yahya Duman ê bi nasnavê “Sabrî Bagok” ku wekî “Sabrî Torî” jî dihat nasîn 14ê Kanûna Paşîna 2020an li “Herêma Parastina Medyayê” ya Başûrê Kurdistanê di êrişeke artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê Yahya Duman sala 1993yan tevlî PKKyê bûye û sala 1994an jî li Şama paytexta Sûriyeyê li ba Abdullah Ocalan maye.

HPGyê da zanîn ku Duman di navbera salên 1994-2000î de li herêmên Kerboran, Bagok û Gabarê yên Mêrdînê gerîlatî kiriye.

Hat diyarkirin ku Duman di navbera salên 2000-2011ê de li Qendîl û Zapê maye û endamê “hêzên taybet” ên PKKyê bûye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Duman di navbera salên 2011-2017an de "Fermandarê Herêma Bagokê" bûye.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê 25ê Sibata 2020an ragihandibû ku Yahya Dumanê bi nasnavê "Sebrî Torî" li Şingalê di êrişeke MÎT û artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku Duman berpirsê PKKyê yê Mexmûr-Kerkûkê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst