Konsulê Giştî yê Filistînê: Em li dijî wê yekê ne Filistînî li Efrînê bêne bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hezûrî ragihand ku ew li dijî wê yekê ne ku xelkê Filistînê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi zorê bêne bicihkirin.

Konsulê Giştî yê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hezûrî, derbarê niştecihkirina bi zorê ya Filistîniyan a li Efrînê ku niha di destê Tirkiyeyê de ye, ji Rûdawê re axivî.

Nezmî Hezûrî diyar kir ku ew li dijî her cure karekî wiha ne, çi li Efrînê be yan jî çi li herêmeke din a Sûriyeyê be.

Nezmî Hezûrî tekez kir ew li gel wê yekê nînin ku xelkê Filistînê li bajarê Efrînê bi zorê bêne bicihkirin û got:

“Em Filistînî ji peyva niştecihbûn an niştecihkirinê ditirsin.Em gelekî şerê niştecihbûn û niştecihkirina bi zorê dikin. Eger wisa be, çawa em rê didin xwe, mal û xaka xelkê bi zorê dagir bikin.

Me li ser navê Wezareta Karên Derva ya Filistînê peyamek ji xelkê Efrînê re şand. Herwiha helwesta Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî gelekî zelal bû.

Em li dijî her cure karekî wisa ne li Efrînê û li herêmeka din an li Sûriyeyê be û çi li dijî Kurdan çi jî li dijî Ereban be. Peywendiya vê rewşê bi ti awayî bi xelkê Filistînê nîne.

Ew li ser navê kom û rêxistinan kar dikin û ji aliyê fermî û yasayî ti meşrûîyeta wan nîne.”

“Filistînê destûr nedaye”

Nezmî Hezûrî da zanîn ku Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Karên Derve ya Filistînê ti destûrek nedaye wan û wiha domand:

“Herwiha me dît ew komele û rêxistin ser bi Kuwêt, Îmarat û welatên din ê Îslamî ne ku li wir çalak in.

Careka din em dibêjin ku her cure palpiştiyek bi navê Filistînê bê kirin divê ji bo Filistîniyên di konan de ne bê kirin.

Îro xelkê Xezeyê ji hemû kesî zêdetir pêdawîstiya wê bi alîkariyê heye, ne ku destdirêjî di rewşa Efrînê de bê kirin û karîgerî li ser ewlehiya xelkê Efrînê yan cihekî din were duristkirin.”