Li Rihayê qeza: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku K.A diajot li 33emîn kîlometreya rêya Kaniya Xezalan-Rihayê ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê de ajokar û 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.