Karvedanên kuştina leşkeran berdewam in: ‘Dê mirinan pîroz bikin’

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan PKK Şer Artêşa Tirkiyeyê CHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina 9 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê PKKyê ve bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê lûtkeya ewlehiyê ya awarte hat sazkirin.

Di lûtkeyê de biryar hat dayîn ku operasyonên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Piştî civînê herwiha gef li Rojavayê Kurdistanê hat xwarin û hatin gotin:

“Em dê nehêlin ku li başûrê Tirkiyeyê teroristan were avakirin.”

Mijara operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên derveyî sînor û kuştina leşkeran di rojeva Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan de jî bû.

“Em naxwazin ciwanên vî welatî bên kuştin”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Civak êdî ji mirinan westiyaye. Ax jî êdî ji mirinan westiyaye lê yên ku di van şer û pevçûnan de canê xwe ji dest nadin, berdêlan nadin, dê îro dîsa behsa şer bikin.

Dê bi van kuştinan siyasetê bikin û mirinan pîroz bikin. Yên ku şewata vî agirî herî baş dizanin Kurd in, şoreşger û demokrat in.

Ji destpêkê ve û heta niha em li dijî şer in û em êdî naxwazin ciwanên vî welatî bên kuştin.”

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî ragihand ku wan bernameyên xwe yên 14ê mehê rawestandine û ew dê beşdarî şîna leşkeran bibin.

Ozel derbarê operasyona Pence-Kilîdê û mirinên leşkeran de jî rexne li deshilatê girtin.

“Tedbîran wergirin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî li ser mirina leşkeran got:

“Em li şûna ku bibêjin bila xwîna zarokên me li erdê nemîne, em dibêjin bila êdî xwîna zarokên me neyê rijandin. Ji ber wê yekê em dibêjin tedbîran wergirin, em dibêjin jîr bin.

Eger dê li wan baregahên bilind bimînin, divê tedbîrên ewlehiyê tam bên girtin, eger ne wiha be, em dibêjin êdî ew zarok dê li wir neyên fedakirin.”

Piştî kuştina 9 leşkeran, artêşa Tirkiyeyê êrişên hewayî yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 demjimêran de, di êrişên esmanî yên li Metîn, Xakurkê, Qendîl û Rojavayê Kurdistanê de 57 gerîla û şervanan canê xwe ji dest daye lê ev yek ji aliyê PKK û HSDyê ve nehatiye piştrastkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst